Dilşêr Bêwar
Rûyê çiya yên bilind hê spî dikir. Li deştê dar li çîçegan rûniştibûn. Bêhna gul û giha rih li mera şîrîn dikir. Mi pişta xwe da diwarê xanî ketim, temaşeya sîperikan...
Piştî zikê têlefonê têr bû ji mal derketim. Dengê Şakiro bi rêya berguhkan bi min re derket gerê. Wexta nêzî mezelan bûm “...Keremo lo lawo derd û kulên dinyayê pir hindik bûn va çi derman bû ji gavê din da te yê bi ser da li simbêla xwe kir...” dikakand. Hêstiran di çavê min re avêt, mi xwe li wan nekir xwedî.
Dema ji nav mezelan derketim, xalê Evrihîm kulekên xwe li çêrê rast dikir... Bi silavê re xwar bûm herim destan. Nehişt, her du çavên min ramûsa. Piştî levpirsînê;
-Tu çextê hatî?
-Do êvarê xalo.
-Wele haya min jê çênebû, yan na ez ê bihatama bona te.
-Xwedê îmana te kamil ke. Xalo Rihê (Rihanê) mekteb xilas kir?
Bi ken go;
-Ê, ê salek e ogretmeniyê dike...
-Çavê te ronî be.
- Xwedê ji te razî be law. Te qala Rihê kir ket bîra min. Ha teyî te jî mekteb xwendiye, Rihê ji ciya xwe ra gotiye: Ez niha mektebek dinê dixwînim, îjar wezê bibim “eleştirmen.”
Law ev “eleştirmen” çi ye?
Piştî hinek fikirîm, mi go;
-Xalo tu hê xwînê ji gohê pez berdidî ne?
-Erê law. (Kêr ji cêva çakêtê xwe deranî û gotina xwe rêsa) Ev kêr çil sal e bi min ra ye. Wexta ez û bavê te wan em diçûn Diyarbekirê paletiyê, mi li wir kirî. Xwedê rihma xwe li wan gişkan ke. Giş mirin...
- Xwîn neyê berdan çer dibe?
- Wê heywanê nexweş bimire law. Ma ev jî pirse tu ji min dikî?
Ez bişirim;
-Hêrs mebe xalo. Tu çer dizanî kîjan heywan nexweş e û bi rehetî xwînê ji goh ber didî, Rihê jî dixwaze bi mekteba diduyan ra wexta kitêbek xwend, mîna te bi dilkî rehet xwînê ji gohê kitêbê berde.
Bi matmayîn li min mêze kir. Mi gotina xwe kudand;
-Yanê wê kêmasî û rindiyê kitêba xwendî binivîsîne.
-Tiştek nayê serî ne wer?
-Na xalo bila dilê te rehet be.
Bi kenek sivik go;
-Ê tu kuda terî? Ez te ji rêya te nekim.
-Ez ê herim Kaniya Kevir. Bîst sal in nigê min bi wan deran neketiye.
Ez dîsa xwar bûm herim dêst, nehişt. Hat serê min.
Go;
-Ê oxira te a xêrê be.
Hê qasî pêncî mêtreyî nemeşiyabûm, deng li min kir;
-Lalaw Dilo, were ji te ra cixareyek xweş bipêçim hê here...
dilserr.bewarr@gmail.com
twitter.com/dilser_bewar
facebook.com/dilser.bewar.1
***
Nivîsên Dilşêr Bêwar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Bîranîn û çavdêriyên li dû şînê
- Nameyeke eşkere ji bo Kawa Nemir
- Nêrînek dîtir li Perde û Gêrîneka Guercinayê
- Aporîa: Galegala binhişî a bê ser û ber
- Li ser romana 'Hurcahil' çend gotin
- Nîşeyên Derheqê Gerîneka Guernîkayê de
- Li ser 'Xewneke Payîzî' hin not
- Her rû bi qasî qilêra xwe spî ye
**
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455
WhatsApp: 0533 474 2551
info@davetiyeonline.net