Diyarname
Kovara folklorê ku ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve tê amadekirin û sê mehan carekê tê derxistin bi hejmara xwe ya 2'yan derket pêşberî xwendevanên xwe.
Kovara "Folklora Me" bi diruşma Zargotin pişt e, folklor her tişt e îsal dest bi weşanê kiribû û niha hejmara xwe ya diduyan a "hezîran, tîrmeh, tebax"ê derxist. Di kovarê nivîsên li ser folklorê û nivîsên folklorîk cih girtine.
Ji nivîsan Mehpûs Serhedî bi sernavê "Rê û rêbazên berhevkariyê" nivîsek nivîsiye û ji bo pirsa "Kî karê berhevkariyê dike? wisa nivîsiye: "1- Mamosteyên zanîngeha: Kesên ku di vê mijarê de pispor in, profesyonel in, bi awayekî akademîk têgihîştîne. 2- Xwendekarên zanîngehan: Xwendekarên lîsansa bilind ku ji bo amadekirina tezên xwe dixebitin û spartekên ku mamoste didin wan bi rê ve dibin. 3- Mamosteyên dibistanan. 4-Kesên dilxwaz in, kesên ji vî karî hez dikin, kesên ku têkiliyên wan û gelê zehf baş in." Serhedî di nivîsê re li ser "keresteyên folklora kurdan", cihê berhevkirinê, karê divê bê kirin û tiştên wisa sekiniye.
Serwet Zana jî bi sernavê "Folklor, îdeolojî û netewesazî" ji aliyek din ve mesele girtiye dest.
Berhekar Salihê Heydo heta niha bi dehan pirtûkên berhevkariyê weşandine û vê xebata xwe didomîne. Eşref Keydanî ligel Heydo li ser jiyan û xebata wî hevpeyvînek kiriye û weşandiye.
Aktoy Altûn li ser xwarina aliyê Mêrdîn, Amed, Batmanê "Serbzêr" nivîsek amade kiriye.
Bahoz Baran li ser peyvên aliyê Pasûrê ku kêm têne zanîn nivîsa xwe ya duyemîn pêşkêş kiriye.
Ozan Çîçek jî nivîsa "Di Seyahatnameya Ewliya Çelebî de Meletî" amade kiriye.
Her wiha Bêrîvan Matyar, Xidir Mutlu, Evrehman Bello, Remziye Oncel, Xalid Celalî, Veysi Arcagok, Elif Gunduz, Nûredîn Vural, Celîlê Celîl, Nêrgiz Guçlu, Mahîr Ugur, Evîndar Şevîn, Asmîn Uyanik, Surya Human, Haşîm Esen, Nîhat Oner, Roza Sîerra bi nivîsên xwe ked dane vê hejmara kovarê.
Ji bo têkilî û xwestinê:
folklorame@gmail.com
**
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455
WhatsApp: 0533 474 2551
info@davetiyeonline.net