CÎHAN ROJ
Romana Mehmed Uzun Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê di sala 1998’an de ji nav Weşanên Avesta derçûbû. Roman di nav şer û pevçûnên di navbera "Dewleta Mezin û Dewleta Çiya" de behsa jiyana Baz û Kevokê dike. Ji romanê:
"Baz. Kevok. Em ê ji yekî re bibêjin Baz, ji ya din re jî Kevok. Baz û Kevok. Du nav, du însan; zilamekî navsal û jineke ciwan. Du nav, du însanên sereke yên romana me. Romana me dê qala serboriya Baz û Kevokê bike." Bi serboriyên her du karekteran re serboriya Rênas, exlebe Maderê jî bi di romanê de balkêş in.
Di vê romanê de diyalog hebin jî "qalkirin" esas e! Li jêr em ê behsa hefsarê di destê nivîskêr de bikin, ger hûn nivîskarekî biarmanc û bi hefsar bin "qalkirin" gellek derfetan li ber we radixe! Şiklê vegotinê bi tena serê xwe ciyê gengêşiyê ye.
Bo karekterên sereke ger gotina meriv hebe, klîşeya "zarokê xilasbûyî" hêjayê bîrxistinê ye. Di mît û efsaneyan de 'zarokên ji bobelat û tofanan, qirkirinan xilasbûyî" dibin fîgûrên destpêkeke nû. Di romana Uzun de zarokê xilasbûyî(Baz)weke domdariya trajediyê bi şikil bûye. Baz di romanê de karekterekî balkêş e. Herçî Kevok e, ji bigewdebûneke ji herikînê bêhtir nivîskêr ew li gorî armanc û bendewariyan bi şikil kiriye. Halbukî Kevok keça parêzerekî ye. Mixabin parêzer di romanê de bi awayek sayakî cî girti ye wisa ku xwendevan bi rihetî lê hay nabe ku pirsan arasteyî nivîskêr bike di derheq Kevokê de! Kevok wisa ye ku bi henûnî, bi mehsûnî, melûliya xwe weke keseke qedera xwe dabe destê nivîskêr û bûbe "bûka romanê"! Ew karekter li gorî herikîn û pêvajoya romanê bi şikil nebûye. Mîsal nakokiyên Kevokê, trajediya Kevokê(hezkirina wê ya ji Jîr) di romanê de nebûye sebebên pevçûnên nava dilê wê. Bo Baz meriv dikare bêje ku êşên wî, trawmayên wî xweş bûne sebebê pevçûnên dilê wî. Baş e, evîn jî bi qasî êşê ne ew rasteqîni ye ku bibe sebeb karekterek kûrtir, bandortir be? Pirsên weke vê pirsê di xwendinê de têne hişê meriv.
Di vê romanê de takekes bi jiyana xwe, bi detayên jiyana xwe di romanê de xuya dibin.. Ev bo nêzikahiyên edebî yên Uzun hêjayê bîrxistinê ye ku wî herûher edebîyata dunyayê, azadiyê û azadiya takekesî derdibir. Romanên wî yên din bêtir "civakî" ne heta li ser nêzikahiyên "totalîter" bi şikil bûne, di naverok û şêwazê de ku Uzun di nivîsên xwe yên ceribî de rexne li wan nêzikahiyan digirt.
Weke nîşe hêja ye ku meriv hin bertekiyên li romanê bîr bixe. Li Îzmîrê, derdorek edebî a tirkî ku derdoreke çepgir bû, di derheqê wê romanê de panelekê li dar xistibû. Ez jî beşdarvan bûm. Di navê romanê de "eşq" derbas dibû, ji ber wê sebebê ew roman bijartibûn daku beşdarvan nekevin nav bertekiyên sîyasî, ji organîzatoran jê yekî ew îtîraf kir û got, ger ev romana ku di navê wê de eşq derbas dibe hewqas sîyasî be romanên dîtir êdî hûn texmîn bikin."
Romana ku li wî aliyê "çepgir" jî mirovan diheyirand, li alî kurdan pêrgî bertekiyeke din dihat ku qismek xwendevanan rexne lê digirt ku 'keçeke kurd biribû xistibû binê serbazekî! Ev roman yek ji wan romana ne ku gellek polemîkên sîyasî li ser hatin kirin, li alî din, di xwendina romanê de meriv pêrgî manîpûleyên nav metnê tên çimkî romanên Uzun jî, di metna binî de, weke Uzun, weke entelektuelî û rewşenbîriya kurdî ji hin hêl û seknên fikrî, rewşenbîrî, entelektuelî ve bi gelemperî, parçebûyî ne!
Serkeftina Uzun a sûdgirtina ji zimanê çîrçîrok û efsaneyan, zevtkirina tona dengê mexdûran, henûnî û mehsûmbûn û neçariya vebêjên di romanên wî de, hewldana neyniklêgirtina erdnîgarî û miletekî, hewla nivîsîna bîra miletekî, exlebe rewşenbîr û fîgûrên kulturî ên wî miletî… Em bînin bîra xwe.
Uzun di vê romanê de jî hewl daye êşên giran, trawma û trajediyan bike çîrçîrok û bibe 'welatên nêz' lê hewqas jî dûr! Bi wî awayî fîgûrên romanên wî cî didin xwe û di hişên mirovan de dimînin. Bi tevî nakokî û hin hêlên dîtir ên li ber rexneyan dikevin, serkeftina Uzun ya herî mezin ew e ku fîgûr û lehengên wî, di hişê xwendevanên kurdî de xweş cî digirin çimkî fîgûr û lehengên wî yan ji destan û folklora kurdî ne an fîgûrên tarîxê û bûyerên tarîxî ne an jî bi navê xwe baldar in ku ew nav di jiyanê de nasin, pir têne rojevê di warên edebî, sîyasî û kulturî de…Bi awayek bingeh û cîhaneke wan fîgûran di hişê xwendevanên kurdî de amade ye. Di wê romanê de jî, "Baz" û "Kevok" du navên sembolîk û têra xwe bi xwendevanan nas in. Di romanê de fîgûrê ku ji alî feraseta afirandinê ve balkêş û nayê ji bîrkirin jî heye ew jî Mader e. Bi wê fîgûrê Uzun hewl dide hin ezber û qaliban hilweşîne, bîne bîra mirovan bê başî û xirabî bo her kesî îhtimal in…
Li pey wan destnîşanan ez ê hewl bidim hêdî hêdî ber bi çarçoveyeke tengtir ve biçim û xalekê bêhtir bînim ber çavan.
Di romanûsiya Uzun de armanc, mexsed û fikir û fikrên esasî ji bo qelema Uzun gellek muhîm in. Remezan Alan wî weke nivîskarê fîgûral destnîşan dike.Ew halê fîgûral hêjayê pirsan e; gelo bi aqlek modern balê dikişîne an tesîra hest û nêzikahiyên dilînî li pêş e? Di nivîsên wî yên ceribî de, di nêzikahî û rexneyên wî de, îfadeyên wî de tesîra aqil li pêş e. Di romanên wî de, bi gelemperî, hestiyariya şexsî pir balê dikişîne. Di konferansa liZanîngeha Bîlgîyê de Uzun gotiye,
- "Yazar yarattığı kahramanlarla yaşar. Onlar yazarın hep etrafındadır. Benim yaşamım da öyle geçiyor. En fazla çevremde olan Dante, Eric Auerbach ve Walter Benjamin'dir.
(Nivîskar bi lehengên xwe yên hatî afirandin re dijî. Ew her li derdora nivîskêr in. Jiyana min jî wisa didome. Herî zêde Dante, Eric Auerbach û Walter Benjamin li derdora min in.)
Heke meriv wan derbirînên Uzun esas bigire, bendewarî û baldariyên xwendevaniyê zêdetir dibin; xwendevan wexta bi metnê re rûbirû dibe, ji alî sosyolojîk û tarîxî ve hewl dide hişyartir tevbigere! Sosyolijiya nivîskêr û rewşên sosoyolojîk yên di metnên Uzun de ji bo xwendevanên biyanî bi awayek fotografên kurdan û jiyana kurdan in! Gelo meriv dikare bi romanên Uzun re kurdan, tarîxa kurdan bixwîne? Heke hewla xwendineke wisa hebe meriv karibe bi di pencerên Dante, Eric Auerbach û Walter Benjamin de li fîgûr û metnên wî binihêre? Pirseke binuçiq e!
Uzun bi çavek neteweperwer li jiyanê nihêriye. Romanên wî de, di mesele û bûyerên milî de qalkirin heye, li gorî çarçove û sînorên xwe hew vegotiye, hin detyên bi bandor hebin jî ew detay heya destûra qelema nivîskêr di metnê de têne dîtin! Bi tevî astengiyên wisa jî ji ber sekn û şêwaza wî, jî lîrîzma kurdî, ji hestiyariya Uzun û zimanê Uzun detayên heyî, ew xêz û şaxên zirav an jî metna binî nayê xwendin an jî tê bi awayek pozîtîf tê tolerekirin!
Di hemî nivîs û romanên Uzun de em hefsarekî dibînin, di vê romanê de jî hefsar di destê nivîskêr de ye, di bûyer û tevgerên fîgûr û karekteran de em hefsar dibînin.
Di her romanên wî de ew muhîm e, hestiyariya şexsî û bandora tarîxa wî ya şexsî, bandora nêzikahiyên nêrîtî balê dikişînin, wisa ku bixwe jî lixwe mukir hatiye kudi hin romanên xwe de jiyana xwe esas girti ye, di romanên xwe de bersiv daye hin kesên 'nebaş' ên derdora xwe:
“Etrafımdan hiç eksilmeyen kıskançlara, fesatlara vermem gereken cevap ziyadesiyle var romanda. Kahramanım Heme onlardan başkası değil zaten; kıskanç, fesat, kindar ve hain…” (Bir Romanın Hatıra Defteri)
(Ji bo kesên ewan, dexes yên ticar li derûdora min kêm nebûn têra xwe di romanê de bersiv heye. Jixwe lehengê min Heme yek ji wan e; dexes, ewan, kîndar û xaîn…")
Taybetiyên wisa dibin sebeb xwendevan rasterast bi nav fikir, nêzikahî, gengêşî, polemîk, rastî û tabloyên jiyanê yên tarîxî û jiyana rojane bikeve. (Balkêş e ku peyva "xaîn" di lîteratura Uzun de jî hebûye!)
Tabloya ku hewl didim bi vê romanê re bînim bîra xwendevanan ew e ku "tarîxa nehatiye nivîsîn" an jî tarxa hatî avakirin di romanên kurdî de rê dide çi encaman? Em pêrgî parçebûn û tevlîheviyekê tên. Weke encamekê, sebeb çi bin jî, di vê romana xwe de Uzun wî halê parçebûyî bi awayek bi seyr jiya ye!
Ji bo romansûsiya Uzun gengêşiya derheq wê rewşê de bêhtir muhîm e çimkî wî di konferansa li Zanîngeha Bilgiyê de(derheq nivskariya wî de hatibû li dar xistin) wisa gotibû:
"Gellek hostayên min hene. Ji tirkan Yaşar Kemal û Nazim Hîkmet hostayên min in. Ji welatên dîtir jî gellek hostayên min hene. Sebeba ku ez wan mînak digiirm ew e ku wan jî gel nivîsî ye, bi zimanê gel nivîsîne. Em bi pey wê ketine ku dengê têkçûyî û mezlûman bidin bihîstin hewla me bo edebîyata dunyayê ye…
Têkçûyî û mazlûm! Darblêdana li wan, dibe sebeb meriv pirsan arasteyî metnên Uzun bike çimkî tevlîhevî, belawelî, ezber û agahiyên sayakî merivan dibe fikrên wisa ku weke kuhinagahî sirf ji bo keşifkirina xwendevanên biyanî hatibin sazkirin! Dibe ku ev derbirîn ji alî gellek kesan ve weke bêînsafî were dîtin, mixabin di metnên wî de 'ew halê parçebûyî yê hişê nivîskêr" xwendevan neçar dihêle ku pirsên wisa bîne rojevê. Sebebê van bîrxistin û hewla sekna li ser wê rewşê ji vê beşa romanê hatin pê**:
"Xwediyên axa Welatê Çiyan xurt bûn. Li berxwedidan, dibezandin, dilezandin lê nezan û bêgav bûn, bêtevdîr û bêîmkan bûn. Ew mal bi mal, binemal bi binemal, bav bi bav, eşîr bi eşîr, dever bi dever dijiyan. Mîna berê, mîna berî hezar salan. Ne yekitiyeke wan, ne zanîna wan ya şer û pevçûnên li dijî ordiyan, ne çek û cebirxanên wan hebû, ne jî haya wan ji dinê. Kemînên wan kozuk, çeper û sîperên wan, hêvî û mirazê wan, yek bi yek hatin hilweşandin, yek bi yek têk çûn. Biyanî ne mîna eşîrên cîranên wan bûn, şerê biyaniyan jî ne mîna şerê wan yê navxweyîbû. Xeleka li dora wan roj bi roj tengtir dibû."
Em gotinên Jared Diamond lê bikin pey re pê de biçin:
"Dünyanın farklı bölgelerindeki farklı halklar için tarihin çok farklı
biçimde geliştiğini hepimiz biliyoruz."
(Em giş pê dizanin bê li herêmên cuda yên dunyayê ji bo gelên cuda tarîx bi awayên gellek cuda geşiyaye.)
Helbet bo kurdan jî meriv dikare behsa geşedan û şiklên taybet yên tarîxê bike, nivîskar jî bi maf in li wan şikil û detayên tarîxê baldartir bin.
Wexta mi ew beş xwend, rewşa qebîleyên nû hatine kifşkirin hat ber çavên min! Li aliyekî hûn dikarin bêjin di filan serhildanê de li filan deverê rewşeke wsia hebû li alî din jî ger hûn behsa Welatek bikin agahiyên wisa kêm dimînin, dibin sebebê manîpûleyan li ber çavên xwendevanên biyanî! Di wê tabloyê de ew detay hatiye îhmalkirin…
Helbet ez jî li gel wan nêzikahiyan im ku detay, kêmanî, rastî û her halên jiyanê werin veçirandin, analîzkirin, rexnekirin, werin bîrxistin da ku pêşveçûn û geşedan hêsantir bin. Tabloyek li ber çavên merivan e di nihêrînên pêşî de bi bijartina rengan, bi hin dîmenan tablo bi merivan balkêş tê, wexta meriv dest pê dike detayên fotograf û wêneyan dixwîne di detayan de hemî rastiyên tabloyê têne meydanê, rewşa wê beşê dişibe dîmeneke wisa ya di tabloyê de.
Remezan Alan bala me dibe ser rexneyeke cidî:
"“klîşeyeke berevajîbûyî û/an jî oryantalîzmeke navxweyî dubare dibe. " Bi tevî oryantalîzma navxweyî berevajîkirina klîşeyan di wê beşê de mijar e. Dibe ku were gotin, ji metneke sêwirînî encam û rexneyên bi wî awayî derî aqil in… Ew roman di mesela rasteqînî û sêwirîniyê de bi tevahî dişibe biwêja, "dîwar ez ji te re dibêjim, bûkê tu fehm bike" sebeb çi ji nêzikahiyên edebî bin çi jî ji rewşa heyî ya wê demê bin(bi tevî wî halê romanê jî li vî welatî doz li wê romanê hatibû vekirin) rastiyeke wiha heye ku Welatê Çiyan welatê kurdan e. Ku wisa be pirseke wisa tê rojevê; kurd bi jiyana xwe bi tenê û bi tevahî koçber bûn? Bi tenê li gund û deverên bejahî bi wî halê eşîrî dijiyan?
Di herikîna dîrokê de têkiliya kurdan û bajaran çi têkili ye? Rewşa ku Uzun terîf dike exlebe piştî destpêka sedasala nozdan e ku serhildan û têkçûyîn li pey hev dom dikin… Ne mimkun e ku meriv bêje haya wan ji dunyayê tunebû çimkî coxrafya ku kurd li dijîn, têkilî û geşedanên li wê coxrafyayê nahêlin ti kes, qebîle, eşîr bêhay bimînin. Sebeb û awayê xwerêvebirinê weke sebeba sereke a têkçûyînê ji alî dîrokzanan ve her tê bi bîrxistin. Her eşîrekî xwe wekî welatekî dîtiye, sînorên eşîran wekî sînorên dewletan bûye… A herî balkêş ew e ku di êrîşan de balefir têne bikaranîn di romanê de ew jî tê wê mehnê ku behsa dîrokeke gellek nêz dike! "Ji derî dunya xwe haya wan ji dunyayê tunebû… Ji awayê şerê biyaniyan bê hay bûn…" Ew hevok ji derî texmînan e jî. Mîsal, Îhsan Nurî Paşa kî bû? Haya wî ji şer û şerkariyên dema xwe hebû yan na? Ne hewceyê lêkolînan e, di Siya Evînê de Uzun portreya Îhsan Nûrî xêz kiriye. Hin agahî û rewşên ku hatine gotin rast in lê hin hevokên ku di nav wan rastiyan de hatine lêkirin dibin sebeb rewşeke absurd were pê, bi xwendevanên biyanî rewşeke wisa xuya bike ku Welatê Çiyan welatekî nûhatî kifşkirin e ku di gellek fîlman de rewşa hin qebîleyan bi wî awayî hatiye terîfkirin û nîşandayîn!
Analîzkirina wê beşê merivan heya encamên biseyr dibe; di xwendina sayakî de hestiyarî dibe sebeb ku meriv wan agahiyan weke agahiyên rast qebûl bike, dilê xwe bişewitîne, wan rastiyan weke melzemeyên bisirûraz bibîne. Zimanê çîrçîrokî, zimanê helbestî û hestiyar, pêşkêşkirina bi terzê vegotina çîrçîrokan dibe sebeb mirov pirsan arasteyî metna Uzun neke!
Kurdek ku xwendevanekî normal be jî wexta tarîxa kurdan dibe mijar kêmzêde dikare bi şîroveyek normal bêje, heya destpêka sedsala 19 eşîr an jî pergalên rêveberiyê ên kurdan xweser in, piştî gavên bi destê desthilatiyê girêdanan wan ya bi navendê ve qonaxeke din dest pê dike ku piştî wî qonaxê arîşe û pirsgirêkên kurdan zêdetir dibin, serhildan, tevlîhevî, lêgerîn êş, azar… zêdetir dibin.
Uzun di heman demê de sîyasetmedar û entelektulekî berbiçav bû. Baş e, çima tarîxekê bi wî awayî îfade kiriye? Mixabin meriv neçar dimîne gotinên Remezan Alan bi bîr bixe, ger meriv gotinên Alan hinekî nermtir bike meriv bêje hewla nivîskar bo afirandina atmosferekê û bandora li xwendevan e! Ne wisa be helbet bêparbûna ji perspektîfên tarîxî, belaweliya agahiyên tarîxî, bandor, jiber û tarîxên hatî înşakirin ên welatên dîtir cî bi cî dibin sebeb tevîhevî di serê nivîskarên edebî de jî werin pê. Heman tevlîhevî an jî belawelî di dunya fikrî û hestiyarî ya xwendevaniyê de jî kêmzêde tê dîtin.
Ne dîroknas im. Derdê min ne ew e tablo û çarçoveyên gellek bi heyecan û bilind derheq kurdan de vebêjim. Ew beşa romanê sebeb e ku xwendevan di derheqê tarîxa kurdan de gellek pirsan bike û dikare pirsên xwe bispêre metnên nivîskar û lêkolînerên biyanî.
Di romanê de her ku darblêdan li takekes û jiyana takekesan hebe jî agahiyên wisa yên derheq tarîxa neteweyî ya kurdan de bûne sebeb herikîna diyarde û bûyerên romanê yên li ser zemînê bi awayek neyînî rê bidin xwe. Ev gotinên Uzun in:
"Nivîskariya min bi awayek ji neçariyê serîhildanek e.Nivîskariya min ew nivîskari ye ku eleqa wê bi şan û şoretê, bi mal û milk û bazarê re nîn e. Bo piçûk neyêm dîtin, bo kes min nede ber lêpirsînê, bo weke hurum neyêm dîtin dinivîsînim."
Ev weke manîfestoyekê hatine gotin di heman demê de meriv dikare weke bangekê jî qebûl bike ku ew bang li nivîskariya kurdî ye. Mesele ku tê ser gotinê helbet Uzun zêde ked daye, lêkolîn kirinê, derheq edebîyata kurdî de serê xwe êşandi ye… Belkî ji manîfesto û gotinên derheq edebîyatê de bêhtir nivîskarên edebîyata honakî li metna xwe, li detay û berên metna xwe miqate be ê bêhtir bi bandor be.
Ji bo alî din yên romanê jî gotin ne kêm in; ew romana Uzun jî weke romanên wî yên dîtir ji ber awayê fesîhbûna xwe ya bo xwendinê, ji ber sadebûna zimanê xwe û ratsiyên li jor hatin gotin weke avê ye lê mixabin ku ew av carna şîlo diherike, di romanên wî de ku ew beşadi vê nivîsê de bû navend,di nav wê şîlobûnê de weke darûberên di nav avê de ne…Ne zêdeyê şîroveyê ye, ger meriv fikrên derheq tarîxê de yên di Siya Evînê de bixwîne* bo hin şîroveyan bes e.
Kesek rabe û bêje, meriv dikare rastiyê bi zimanê çîrçîrokê vebêje, meriv dikare rasteqiniyê weke honak lêbike, meriv dikare sêwirînê weke rastqenî pêşkêş bike,belê,metneke bisêwirîn ya edebî mijar e lê xêzeke hesas heye, hûn rasteqiniyê bo metna xwe weke sûs bikarbînin hew metnê lawaz dihêle, belê, bo xwendevanên biyanî dibe sebebê sirûrazan, dibe sebeb hişê mirovan dunya û jiyanên biseyr bînin hişê xwe lê ji bo xwendevanên wî zimanî rengê meselê diguhere.Bi tenê agahiyên di Şerefnameyê de yên derheq sînorê welatê kurdan de bes in xwendevan bidin ber wan gotin û agahiyên di wê beşê de ku absurd e!
Weke kesek bi romanûsiyê re eleqeder helbet min dikarî bi tenê aliyên xweşik yên serkeftî bi tevî mexdûrîyetên ziman û romanûsiya me bianiya rojevê û bi wî awayî dilê xwendevan li nivîsa xwe xweştir bikira, ez wisa difikiirm ku ew dewr û zeman ma li dû, bi awayek fesîh, bêy mexsed şert e ku em ji xwendinên xwe bi ser rê bikevin.
Bi tevî vê jî nivîsek an jî analîzên derheq mishefeke Uzun de bi tena serê xwe kêm dimîne ku meriv bigihije hin encaman. Selim Temo wisa dibêje:
"Pêşî divê dahurîniya her mishefeke Uzun were kirin pey re jî bi awayek bi tevahî li ser mehneyên mishefên Uzun were fikirîn." Temo bo Uzun dibêje, "ji armancê bêhtir, helwestek mijar e. Meriv dikare ji vê re bêje avakirina kanonê an jî guherandin e." Heke meriv li cerib û hewlên Uzun binihêre "armancek" wisa heye lê ez nikarim weke helwestekê bi lêv bikim çimkî wexta helwest hebe gerek di navbera berhemên honakî û îfadeyên di ceriban de aheng an jî nêzikahiyek hebe. Astengiyek ku di romanên wî de bûye sebeb pêşî li hewlawî ya afirandina berhemên edebîyata dunyayê bigire ew e ku hestiyarî û nêzikahiya wî ya li bûyer û geşedanên jiyan û tarîxa kurdan e! Mîsal li hêlekê Xoybûn, Serhildana Agirî û bûyerên wê dewrê û aliyên wê yên trajîk û hestiyarî li alî din rastiyên dîtir, kêmanî û detayên dîtir û helbet fîgûrek weke Memduh Selim Beg… Di wê romanê de meriv heman gerînekê dibîne bê dilê Uzun û hestiyariya wî çawa bûye sebeb ku bêdeng bimîne di hin detayan de!
Ev jî carek din bi bîra me dixe ji alî zanînê ve têrtijebûn an jî ked û lêkolîn bi tenê ne qistas û garantî ne bo edebîyata honakî.
Di demên pêş de, di warê "edebîyata milî" de ê bi awayek berfireh, kûr û dûr romanûsiya Uzun were rojevê û were gengêşîn, di wî warî de, romanûsiya Uzun romanûsiyek hêja û yek ji bingehan e.
Yek ji hêviyên Uzun ew bû ku Edebîyata Dunyayê her mebest be. Hêvîdar im bi tevî mîrateyên dîtir, berhemên Uzun jî bo qeleman bibin danehev, ew bibin sebeb ku metnên vî zimanî jî li dunyayê bi gerûveger bin. Belkî arîşe ew e ku di romanên Uzun de jî têkiliya nasnameyê û edebîyata dunyayê şîlo xuya dike!
*"Yanê tarîx û siûd... yekitiya tarîx û siûdê. Tarîx çi ye? Axureke peregende û bêhîs û bêpejn yaheywanan? Yan jî bexçeyekî rengîn, gul û kulîlktijî yêmerivan? Çi? Kîjan? U tarîx û meriv... Kî di xizmetakê de? Meriv di xizmeta wê de? Yan jî ew di xizmeta
meriv, jiyan û kirdeyên merivan de? Çi? Kîjan?.. Pirsiyarênku mêjiyê Memduh Selîm Begê pê bilî dibe. Jirojên xwendegehê û vir ve. Li gor wî tarîx do, îroj ûsibe ye. Yanê rabirdû, niha û pêşeroj. U di navendawan de jî meriv. Eger meriv, hêz, quwet, ked û daxwazawî ya pêkanîn û afirandinê nebin, hingê tarîx çi ye? Tiştê ku Memduh Selîm Beg ji tarîxê fahm dike; lirabirdûxwedî derketin, gava nû zanîbûn û her gav pêşketin,
nûkirin, zêde-çêtir-xweştirkirin. Gava pêşketin, nûkirin, çêtirkirin tunebe, hingê tarîx jî nabe. Fikir, guherîn û tarîx, ev her sê bi hev re mihorên wextê ne. Tarîx, tarîxa merivan e. Tarîx xizmetkara merivan e,ne li bervajiyê. Lê belê, bi şertê ku meriv jî bikaribe tesîr
lê bike. Eger meriv dixwaze xwediyê tarîxeke taybetîbe, eger meriv naxwaze wekî heywanekî bêtarîxbimîne, hingê meriv divê xîret bike û hewl bide ku tesîr
li tarîxê bike."
Çavkanî:
1.Tufek, Mikrop ve Çelik, Jared Diamond, Tubitak
2. MODERN KÜRT ROMANINDA BİR KURUCU YAZAR: MEHMED UZUN EKİN BODUR
107667007
İSTANBUL BİLGİ-Tez Çalışması)
3.Cogito 52, Walter Benjamin.
4.David Damrosch, Dunya Edebiyati Nedir?
5.Bazil Nikitin, Kürtler
6.Celilê Celîl Kürt aydınlanması.
7.Romana Kurdî û Nasname, Haşim Ahmedzade.
8.https://www.cafrande.org/mehmed-uzun-romanlarinda-anlaticilar-selim-temo/
9.http://www.sutlas.gen.tr/muzun-konf.htm
10.http://www.soldefter.com/2017/07/23/yeni-ic-tuzuge-katki-selim-temo/
Nişe: Sed xwendevanî deng li nivîskaran kiribû. Banga wan bûbû sebeb ez wekî du beş di derheqê nivîskariya Uzun de nivîs binivîsînim. Min gotibû ez ê di derheqê Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê de binivîsînim.
**
Nivîsên ku Cîhan Roj di çarçoveya Banga Xwendevanan de nivîsîbûn:
- Mehmed Uzun, çîrokeke dirêj a nivîskariyê: Tarî mîna nivîsê nivîs mîna roniyê