Amed
Ji Ensariogluyan li Amedê 12 hezar kes ji Partiya Demokrat (DP) ku Serokê wê Husamettin Cindoruk e veqetiyan.
Li ser veqetînê Cîgirê Serokê Giştî yê DP'ê M. Salim Ensarioflu, Serokê DP'a Amedê Parêzer M. Sirac Ensarioglu, şaredarek û endamên malbata Ensariogluyan jî têde bi giştî 12 hezar kes ji DP'ê veqetiyan.
Ensarioglu ev 60 sal in di partiyên li ser polîtîkaya rastgirî xebatê dikin de bûn. Ji AP'ê bigire heta DYP, heta DP, endamên Ensariogluyan bûbûn endamên wan partiyan, ji bo wan dixebitiyan.
Niha wan ji partiya xwe îstîfa kir.
M. Salim Ensarioglu di daxuyaniya çapemeniyê de got ku partiya wan polîtîkayeke dûrî gel dimeşîne. Ensarioglu got ku di warê Ergenekonê de ew wekî Serokê DP'ê Husamettin Cindoruk nafikirin û wisa go: "Menderes, Ozal, Musa Anter ji aliyê Ergenekonê ve hatin kuştin."
Li ser pirsa "Bi tu partî re hevdîtina we ya ji bo beşdariyê heye yan na Ensarioglu wisa got: "Na, heta niha me bi tu partiyê re hevdîtin pêk neaniye. Lê ji bo hevdîtinan deriyê me vekiriye."