Azîz Ogur
Di zimanan hemûyan de lê bi taybetî di zimanên civaka xwezayî de ziman hêza xwe ji xwezayê bi xwe distînin. Yanî nabat, lawir, erdnîgarî, bi kurtasî dar û ber; yanî her tişt ji bo xwurtkirin, bi bandorkirina gotinê amûr in. Teşbîh û şibandina mirovan li gora hebûnên xwezayî karakterîzekirina wan di Kurdî de têra xwe bi bandor in.
Mînak ji bo dostekî baş gotina, “Mîna çiyayekî li pişta min e” tê gotin. Ji bo ravekirina bedewiya jinê “heyva çardehşevî” biwêj an teşbîheke di cî de ye. Xweza ji bo zimanê Kurdî jêderk a herî mezin e, di heman demê de mînak û mamoste ye. Her aliyê xwezayê dikare bibe katagoriyek ji bo ravekirina hêza gotina Kurdî. Em ê îro hewl bidin gotinên bi sed gotinî yanî biwêjên ku bi nebatan hatine gotin parve bikin. Bêhtir jî biwêjên li herêma Mêrdîn, Torê û Nisêbînê têne zanîn in.
Baqê Nîskan: Di nava xwe de çîrokeke ango veşartî ye. Bi taybetî ji bo rastiyeke ku mirov şerm bike mikur were ev biwêj tê bikaranîn. Şêwazê gotinê jî, “yê zane ji xwe zan e, yê nizane baqê nîska ye.”
Zîwan: Nebateke ku zirarê dide zadê hatiye çandin. Kesê ku zirarê bide civak an malbatê mîna ‘zîwan’ tê pênasekirin. Di gelek kilamên Kurdî de bi gotinên; “Sed olçek genim biçîne, li dewsa wê qerezîwanê rake” mîna nifir tê gotin.
Frîz: Gihayeke ku li ser rûyê erdê hindik xuya dike lê kok û rahê wê gelekî kûr in û qelandina wê tune ye. Şaxekî bûk jî di nav axê de bimîne di demeke kurt de belav dibe. Kesên bêfeyde û li serê civakê, malbatê an takekes bûne bela bi firîzê têne karekterîzekirin.
Direh-Dirdik: Ev jî ji bo kes, rewş an mirovên ku bi taybetmendiyê xwe li ber pêşketinê asteng in tê îfadekirin. Direh ji darên bi strî ne û li hev gelicî pêk tên. Ji hev xelaskirin an di navan re derbasbûn bêyî birîn û ziyan ne hesan e.
Quncir: Di nava zeviyên pembû de şîn tê. Berên wê yên mîna giluyên striyan hene. Bi kincên mirovan û pez ve digirin. Ji bo kesên bi israr ‘mîna quncirê min bernade’ tê gotin.
Taew: Meweke biçûk e lê sîsikê wê mezin in. Çêja xwê di destpêkê de xweş e lê gelekî zû wenda dibe. Ji bo kesê sohbete nîvco dihêle an pir hindik demê derbas dike, ‘tehma de mîna tehma taewê ye’ tê gotin.
Çeqçeqonk: Giyayekî bêfeyde ye. Kokên wê li ser rûyê erdê ne. Berên wê mîna balonan in û dema mirov dest diavêjiyê diteqin û li pey hev çeq çeq an teqteqê derdixe. Kesên vala diaxifin bi taybetî jî ji bo jinên giraniya xwe nizanin mîna gotineke heqarêtê ‘çeqçeqonkê’ tê gotin
Gul da bi Sosinê: Kesê ku tercîheke şaş kiribe. Bi taybetî mirê ku jineke çê berde û herê yeke jê xirabtir bîne mîna, ‘te gula xwe da bi sosinê’ tê gotin. Di kilaman de gelek caran derbas dibe.
Kelbeş bi de kerê reş: Ji bo mirovên ehmeq ên nirxên tiştan nizanin tê gotin. Seydayê Cegerxwîn ev gotina pêşiyan bi helbesta, “Kerê Reş” navdar kiriye. Di nava gel de ev biwêj mîna; “qedrê gulê çi zane, kelbeş bide kerê reş” tê nasîn.
Zor gêzerê radike: Ji bo rewşên bi gotinê neçin serî û pêwistî bi zextê, hewldan û kedê heye ev biwêj tê bikaranîn.
Simaqa şûştî: Sumaq a xwarinê xweş dike dema tê bikaranîn êdî çêja xwe bi tavahî wenda dike. Mirovê bêkesayet, bêînîsiyatîf, bêgav û helwest di awira civakê de mîna ’sumaqa şûştî” ne.
Pûng û Mar: Li rasthatin, muxatebî an ji neçarî derbaskirina demê bi kesê ku ji hev hez nakin ev biwêj gelekî di cîh de hatiye bikar anîn. Bi mînaka, “mar ji pûngê hez nedikir çû di devê qula wî de şîn hat” tê gotin.
Gihayê hewşê tehl e: Ji bo mirovên ku ne di ferqa cudahiya mirovên nêz ên li dora xwe tê gotin. Heya wî ji bedewiya dora wî nîne û ji bo xweşiyê çav li der e. Lewra giyayê hewşê jî heman giya ye lê ji bo mirovê xeşîm wetaya wê nîne û giyayê hewşê tehl e..
Giha di bin keviran de namîne: Dem diçe, dewran derbas dibe, rastî ya ser hatiye girtin xwe dide der, belengaz bihêz dibin, biçûk mezin dibin, bindest bi xwe dihisin û rewş diguhere. Yên hesab ji wan nayên kirin êdî doza mafê xwe dikin û yên xwedî erk û tehekum neçarin vê rastiyê bibînin.
12.06.2019, Yenî Ozgur Polîtîka