Diyarname
Pisûlên hilbijartina 23'yê pûşperê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatin amade kirin û li navçeyan hatin belavkirin. Di pisûlayan de tenê çar partî hene û pêre jî hinên berendamên serbixwe. Di pisûlaya hatiye amadekirin de di rêza yekem de berendamê SP'ê, dûre yê Vatanê, dûre yê CHP'ê û herî dawî yê AKP'ê heye. Ji bo ku tenê hilbijartina ji bo Serokê Şaredariya Bajarê Mezin li dar dikeve tenê pisûlayek heye û ew dê bê bikaranîn. Hilbijartin kesê ku dengê xwe bidin dê mohra xwe li qutiya gilover a di bin logoyê de ye bixin.