Diyarname
Egîtîm Sena Amedê ku her sal Pêşbaziya Şerzan Kurt a Çîrokan dide dest pê kirin, ji bo ya 9'emîn derî vekir. Yên bixwazin heta 15'yê rezbera 2019'an divê berhemên xwe bişînin ber destên amadekarên pêşbaziyê.
Pêşbazî ji bo bibîranîna Şerzan Kurt ku dema xwendekar bû hatibû kuştin tê lidar xistin. Pêşbaziya çîrokan bi kurdî û tirkî ye. Di nav endamên juriyê yên beşa kurdî de Şener Ozmen, Îrfan Amîda, Gulgeş Deryaspî, Bahoz Baran, Weysel Tirpan, Mehmet Çakmak û OmerKurt (Bavê Şerzan KURT, wê ray bikarneyine) hene.
Di nav endamên juriya beşa tirkî de jî Asli Perker, Ayşegul Tozeren, Belma Firat, İrem Uzunhasanoglu, Şengul Can, Zeynep Uzunbay û Nejla KURT (Diya Şerzan KURT, wê ray bikarneyin) hene.
Şertên tevlêbûna pêşbaziyê bi vî rengî ne:
1- Berhemên ku tevlî pêşbaziyê bibin divê berî niha li tu deveran (pirtûk, kovar, înternet hwd.) nehatibin weşandin.
2- Zimanê pêşbaziyê, kurdî (kurmancî) û tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn. Heke jûrî pêdivî pê bibîne dikare xelatê parve bike.
3- Heta 15'ê Rezbera 2019'an di vê çîrok tevî kurtejiyan, navnîşan û wêneyekî bişînen ser maila serzankurt2011@gmail.com.
4- Piştî ku encama 9'emîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt eşkere bû, berhemên ku jûriyê maqûl dîtine wê wekî pirtûk bên weşandin. Kesên ku tevlî pêşbaziyê dibin vê xalê dipejirînin.
5- Encamên pêşbaziyê wê bi rêya çapemeniyê bêne eşkere kirin û xelat roja 9'ê Sermaweza 2019'an bi merasimek dê bêne belavkirin.
6- Xelat peykereke ku bi xisûsî hatiye çêkirin. Xelat wekî pere nayê dayîn.