Diyarname
HRRK li Ewropayê mîhrîcana ku her sal li dar dixe ji bo îsal jî hemû amadehî temam kirine û wê 16'ê mehê li dar dixe.
Şaxa HRRK (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) ya Ewropayê 5 caran Mîhrîcana Rojava ya Çandî li dar xistibû û îsal a 6'emîn li dar dixe. HRRK îsal jî mîhrîcana xwe ya salane ya çand û hunerê li bajarê Wuppertalê li Almanyayê li dar dixe. Mêvanê rûmetê yê mîhrîcanê nivîskarê alman Dieter Jandt e. Mîhrîcana ku 16'ê vê mehê saet 13'yan de wê dest pê bike, pêşkêşvaniya wê Evîn Mehmûd û Seydo Reşîd dê bikin. Li gor agahiyên ku me ji Şaxa HRRK'ê ya Ewropayê girt di nav bernameya mîhrîcanê de xwendina helbestan, pêşangeh, lîstina şano, konser û îmzekirina pirtûkan dê hebe. Ew "ji bo rojek xweş û bi coş" hemû kesên li Ewropayê vedixwînin mîhrîcanê.
Di bernameyê de ev çalakî dê hebin:
Şano
Du Şanogerî (Rawestgeh - Li vir bû)
Xwendina Helbest û Çîrokan
Abbas Abbas, Hekîm Sefkan, Fergîn Melîk Aykoç, Zinar Ezem, Bîlal Hesen, Hesen Îrandost, Şivan Kerîm, Husên Hebeş, Şadya Xelo, Mihemed Revê, Husên Omer, Nexem Dirêî, Mehmûd Badilî, Yasîn Ehmed, Xebat Şakir, Şaha Mihemed Silêman, Omer Bozan, Adnan Şêxmûs.
Îmzekirina pirtûkan
Cano Şaker, Rêber Hebûn, Ehmedê Xursî, Nûh Silêman, Talib Ibrahîm, Luqman Silêman, Dr.Muhamad Zeyno, Helîm Yûsiv.
Şêwekarî
Nesrîn Ahmo, Ceger Dido, Şerîhan Baklaro, Hussein Girê Pîrê, Nesrîn Bayam, Yasmîn Şêxo, Raxib Zozanî, Behaa Hisso.
Muzîk û stiran
Zubêr Salih, Rûken Akkaş, Siyamed Hesen.
Dezgeh û komeleyên mêvan
Kulîlka Zeytûnê, Komela Nûbihar, Navenda Lêkolînên Kurdî - Instituta Kurdî li Almanya, PENa Kurd, Reng Art.
Dem û cih
Yekşem 16.06.2019, Demjimêr: 13:00
Wiesenstraße 6, 42105, Wuppertal