Feratê Dengizî
Êdî dabû qirika min.
Her sibe ku ez şiyar dibûm û min li dora xwe dinêrî, ji qawîşa çil kesî encax sê-çar kesan serî radikir.
Bi veşartina meytan, taqet di çokên min de nemabû.
Li Mûşê min leşkerî dikir, Herba Ûris, yanî Herba Cîhanê nû qediyabû, li her derê tevlihevî, ne bes bû îja xela derketibû. Birçîbûnê mirov kiribûn mîna heywanan, bi giha xwedîdibûn. Her der bi bêhna meytan genî bûbû. Ên dijiyan jî hestî û çerm…
Êşa Mûşê wekî agirê ku bi pirêza keve belav bûbû, ne zarok dihişt, ne kal, ne jin ne mêr…
Ê min pereyên min hebûn û min nanê leşkeriyê nedixwar, dikanek pîsik li navenda Mûşê, li binya kaniyê, kaniya meydanê ya serê kaş hebû, min diçû nan, helaw, zeytûn û tiştên wisa dikirî, jixwe tiştekî din zêde tune bû. Leşker, bi Êşa Mûşê qir dibûn.
Em sê kes bûn; ez, yekî Tepî, Tepa Barava û yekî Girikî, Girkê Izêr. Em welatiyê hev bûn. Piştî ku Dewleta Osmanî bi bin ket, rê û dirba leşkeriyê jî nemabû. Ya rast rev bû. Yan jî jiyan xelasî, em ê ji mirinê xelas bibûna, lê ew jî şans bû, lêhatin bû. Lewra rê jî xetere bû, talûka rusan û ermeniyan, artêşa dewletê jî qaçax digirtin û ceza jî îdam... Tevayê rêbihuran girtî bûn, Geliyê Bedlîsê jî di destê ermeniyan de bû, ku em çolbir bigihata Silîva, selametî bû, me yê xwe bigihanda çiyayê jêr, herêma xwe, herêma Surgiçiyan a Mêrdînê. Serhed di bin piyên biyaniyan de… Werhasil çûyîn hebikî ji mayînê maqultir bû, lewra mayîn, radestiya Êşa Mûşê bû û talî jî mirin!
Me ya xwe kir yek û şevekê lingo bi qurban, me berê xwe dan Başûrê Mûşê û meş… nizanim çend şev û rojan em meşiyan. Me newêribû herê şêniyan, ji ser gund û mezreyan me xwe dida alî. Lewra xelkê qaçax digirtin radestî dewletê dikirin, carinan jî ji bo çakêtekî wan an jî qaput an gîzmeyekê ew dikuştin. Xwarina ku me bi xwe re anîbû, her çiqasî me bi hesab dixwar jî, qediya, çoqên me şikestibûn. Me tu der jî nasnedikir. Em hatin, hatin, hatin, ji dûr ve çemek xuya bû, me xwe ji gir berda, li ser çem pirek hebû, me xwe li pirê girt. Berî ku em bigihên pirê, hê em dûrî pirê ne, ji pêş çend kes dihatin, cilên leşkeriyê li wan bûn. Em tirsiyan, çekên me jî nîn in. Nêzîkî li me kirin, serbazek û çend leşkerên dewletê, ew jî bêhal bûn. Me rast got; em reviyane… Me qala Êşa Mûşê, mirin, birçîtî û belengaziyê kir, canê me tijê spî û kêç bûn, ji ber devlêkirina spiyan kortik di canê me de çêbûbûn, qirik û stûyê me herifin, spî li ser bestika me direqisîn… hêstir ji çavên serbaz hatin xwarê. Serbaz got, pir di destê ermeniyan de ye, gundik li wî aliyî heye, keyayê wê baş e. Xwe li mala keyê, mala muxtêr bigirin, belkî hûn xelas bin, we hay jixwe hebe, de herin hûn serbest in û ji rewşa xwe hayîdar bin, Xwedê bi we re be!
Em dimeşin, lê çi meş û çi hal…
Me nêzîkî li pirê kir, bi tirs li derdorê nêrî, tu kes nedixuya. Bi xof û heft bela em di ser pirê re derbasbûn, lê çok li me şikestin. Ling li me difisiya.
Pişt çeng gavan hevalê me yê Tepî kete erdê, bangî min kir;
- Ha Kemalê Dengizî, lawo ez mirim, heqê xwe helal bikin, lê ku hûn filitîn seriyekî bidin mala me. Hal hewalê min bibêjin… Min veşêrin, li van çolan nehêlin!
- Ka hêviya xwe nebire, em ê herin gund û li te vegerin.
- Ca, nizanim…
- ??!!
Nizanim bi çi halî me xwe gihand gund, şev tarî bû, me li mala keyê pirsî, hinekan berê me dan mala wî. Camêr pir hurmet da me, got herin odeya me ya jorîn, cilên xwe jixwe bikin û bavêjin derve. Bila spî û kêç li malê belav nebin. Av û serşok heye, xwe baş bişon û têkevin nav livînan. Em ê cilan serê sibehê bidin we.
Hal di me nemaye. Em man şilftazî, me pêşî ji hev fedî kir, lê na rewş ne ya fediyê bû. Hişê min çû zarokiyê; me bi lîstika “Kilor û Tas” dilîst. Lîstika du kesan bû. Yê ku dest bida serê hevalê xwe, digot “kilor” û direviya. Ew dima heram, wî jî dida pey ê din, bera didayê, ku fersend didît îja wî ew kilor dikir û ew dima “tas” yanî helal dibû. Lîstikê wisa didomand. Paşê me hev “tas” dikir, yanî em helal dibûn û lîstik diqediya. Rewşa min û hevalê min jî wisa. Bi dor me xwe şûşt û bi bêmecalî yan jî helalî(!) xwe avêt nav livînan, me xwe xist bin mitêlê. Xwedêgiravî spiyên me çûn em man paqij, ma jixwe em çerm, çermkî kijilî bûn. Bêhnek din deng ji derî hat. Min lihêf-çi lihêf çi hal, te tayek jê bikişanda ew ê hezar pîne jê biketa- li xwe pêçand, derî vekir. Du tas mehira ceh dan min û gotin hêdî hêdî bixwin. Me ew mehîra ceh bê nan hêdî hêdî xwar an jî vexwar. Ji me re wekî ava heyatê hat, wekî ku ji nû de rih berdin bedena me. Xwarina me wekî îbadetê bû. Me wekî ku îbadet bikin ew mehîra ceh bi bêdengî û hurmetek giranbuha û xweşahengî xwar, me qet êrîşî mafê hev jî nekir. Paşê du tasên din. Hebikî rih hat me. Hê hevalê me hat bîra me her duyan. Me ji keyê re got, wî got; de heta sibê Xwedê mezin e.
Bû sibê, tu nabêjî heta sibê cilên me di distan de kelandine, spî kuştine û ziwa kirine, cil avêtin ser me û me dîsa mehira ceh xwar û me çû hevalê xwe yê bêmecal anî. Camêr ew jî mîna me têr û paqij kir, ê Tepî jî hat ser xwe. Du-sê rojan wisa em xwedî kirin. Paşê cend nanên ceh dan me, rê ji me re zelal kir û got; nanên xwe ziwa nexwin, ew ê qirika we biçire, nan nerm bikin û hêdî hêdî bixwin.
Em bi xêra wî camêrî filitîn û nemirin.
Bi rewşek riswa û heft bela me xwe gihand malê.
Paşê em man qaçaxê leşkeriyê.
Jiyanê bi teşqele, xizanî, bêçaretî, neyartî û birçîtiye dewam kir.
Piştî çand salan em hatin ser xwe.
Qaçaxiya min ê leşkeriyê dewam kir.
Jiyan bi rewşeke dinê herikî…
03.05.2019, Delavê Dengiza
mamosteaydin@hotmail.com
***
Nivîsên Feratê Dengizî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:- Şeh û Eynik / Zemariya Îdê
- BIXALETÎ
- Tov û Berxwedan
- QADIRO
- Hecî Şerîfa
- Ji Dengiza, Mirin
- Ez kî me!
-
**
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455
info@davetiyeonline.net