Azîz Ogur
Sê hefteyên bihurî, min hewl da bûyera “Şerê Siloqiyan” a têkildarî vegera Emînê Ehmed (Emînê Perîxanê) ji sirguna Sûriyeyê ya di sala 1928’an de ji aliyê dîrokî, civakî û hûnerî ve ragihînim, analîz bikim.
Hefteya bihurî jî ji stranên dengbêj û hunermendên hêja min hewl da zêmarên Henîfê ya dayika yek ji kesên di şer de hate kuştin ê bi navê Sebriyê Silê, ji aliyê hêza gotinê, naverok û bandorên hestî ve raxim ber çavan.
Vê hefteyê jî heman mijarê em ê dewam bikin, lê aliyê guhertin, pûçkirin û têkbirina strana “Sebriyo Lawo” an “Sebriyê Silê” a bi şêwazekî sosret an trajî-komîk.
Rewşeke asayî ye ku stran belav bibe, gelêrî bibe, were guhertin yan tenê beşeke wê werê şîrovekirin. Şêwaz û şîrovekirina herêmên ji hev cuda jî tê fêmkirin. Her wiha ev yek gelek caran kilamê rengîntir dike. Lê belê carinan kilam ji cewher têne xistin. Bi mînaka zêmara ‘Sebriyo lo lawo’ em vê rave bikin.
Mîna gelek kilamên din, mixabin hin dengbêj, stranbêj bêyî li bûyerê serwext bibin, di gotin û navlêkirinên ku hîmê stranê ne bigihîjin, tenê mîna ‘awazeke dilşewat’ meqamê vedibêjin, ev jî ne bes e, bi peyvên çêkirî û navlêkirinên li gora serê xwe, berhemeke zêrîn qetil dikin. Gelek ji stranbêjan di album û kasetên xwe de ev kilam, stran an destanên ku qetil kirine jî bi kar anîne.
Di hemû guhdarîkirinên kilamên li ser Sebriyê Silê de ez têgihîştim ku ya herî nêzî zêmara Henîfê, yanî gotinên orîjînal a Dengbêj Tayibo ye. Tayibo ji Misircê ye, Gundê Siloqînê jî girêdayî Misircê ye. Diyar dibe ku kilama Tayibo jî mîna hunermendên hêrêma Mêrdînê ji devê şahidên yekemîn a şer û pêvajoya piştî Şerê Siloqiyan hatine girtin û cewherê wê bi piranî parastiye. Navê lehengên kilamê yên mîna Sebriyê Silê, Hesen Dêran, Evdile Bavê Ferman, Sedîqê Hecî Îso, Evdilkerimê Mala Reşoyê Sado navên orîjînal in. Dîsa navlêkirinên erdnîgarî mîna Qamişlo, Nisêbîn, Kertwên, Baqisyan, Tilzîwan, Qesra Zerbayê û hwd. rast in. Gotinên mîna “binya xeta Frensewî”, “Efûya Mistafa Kemal”, “Hikûmeta Tirk û Frensayê li hev xistine” jî daneyên berbiçav ê serdema bûyerê (1928) ne ku Sûriye mandaya Fransayê bû.
Dîsa hevoksaziya kilama hunermend Tayibo, Bahremo, Mehmedê Tepe, Diljar, Mihyedîn Tatli, Selîm Recebî mîna hevok, rêzik ên li Kertwên û Baqisyan a cihê bûyerê di nava gel de hêna têne gotin in. Tevahiya van dengbêj û hunermendan stîl an şêwazê zêmar a ji devê dayika dilşewat Henîfê derdikeve û bi piranî bi hildana navê “Henîfê” an “Henê” gihandine roja me. Hozanê Êzîdî Diljar bi van gotinan navê çar lehengan radike:
Sebriyê Silêman xort e
Xeta simbêla girtî serê lêvawo
Sedîqo zavawo, zavayê sê şev û rojawo
Hesen Dêran gula li şêwrawo
Evdile bavê Ferman egîdê ji malê mêrawo
Dengbêj Tayibo bi van gotinan agahiyên dîrokî, nav û nîşanên rast hildide:
Min digot efûya Mistafa Kemal e
Wê Sedîqê Hecî Îso, Evdilkerim torinê mala Sado
Wekî car û zamanan destê hev bigirin
berê xwe bidin welatê Siloqiya
Berê xwe bidin Qesra Zerbayê
…
Xweş tê dengê qîjînê çapiliya
ji navbeyna Kertwên û Baqisyanê;
ji newala pişta Tilzîwanê
Ji Zahiro ‘Sebrî Lawo’ yê nîvco!
Ev kilama her ku ber bi herêma Serhedê ve çûye ji cewher ketiye. Dengbêj Zahiro ev stran beyî serwextbûna li bûyerê û rastiya wê, li gora xwe şîrove kiriye. Bi dayina mînakên li jêr em ê bibînin ku “Sebriyo Lawo” ya Denbêj Zahiro ji Zêmara Henîfê gelekî dûr e. Sebrî bi tenê ye lê Zahiro jê re “cote bira” çêkirine. Zêmar di peyvên Qamişlo, Nisêbîn, Kertwên, Baqisyan û gundê Siloqiya de hatiye hûnandin lê Zahiro gihiştiye Qers û Qaxizmanê:
… Kuştina te seh kirine ji gire Babusê bi paş de vegeriyan
Lawo koma neyar û dijminan dor li te girtin li girê Sencerê
Kesek nîn e demancê ji binê balgiyê te derîne
Kesek nîn e mîrata elamanî berjêr bike ji te re bîne
Cotê bira rabin agir bi mala we bikeve
Şeve nîvê şevê
çima hûn mane di xewê de
Cotek guleyê leganê bi dest berdanê
Lawo minê ji te re gazî doktoran kiriye ji Qersê ji Qaxizmanê
Mînaka sosret a Dengbêj Eto!
Degbêje Eto jî heman stranê dibêje û me li ya Dengbêj Zahiro poşman dike. Şêwazê gotinê, naverok jî di nav de tu eleqeya xwe bi serpêhatiya Siloqiya û zêmara Henîfê re nîn e û ji devê mêrekî kilamê dibêje. Her wiha navê Sebrî jî di strana kurt de du caran mîna “Sebîl” telafuz dike. Di ber bilûrê re û bi şêwaza gewriya Serhedî dibêje û heger mîrov li pîvanê bixe ji sedî 2 ji nêzî rastiyê nebûye. Gotinên kilama Dengbêj Eto mîna îbreteke têkbirin, ji cewherxistin û ji rastiyê dûrbûna stran, kilam û destanên kurdî ye. Fermo:
Sebîl lawo havîn e, xweş havîn e
Ezê çûme pêşiya vê hermetê
Min got, xwîngê ev çi qerebalix e, danîne
Got, birawo bila dilê te ji xwîşk û xwînga te nemîne
Eva vê sibê qerabalixa Ehmed û Emîn e
Gulekê li Sebriyê Xelîl, Siwarê Bozê daye
Li kêleka çepê naxwuyê, li kêleka rastê vekiriye coht birîne
Heylo lawo lawo lawo
Ji Emînê Ehmed, Bavê Şikrî, Siwarê Xelê re rageryawo
Bi xwedê bêje vê sibekê Sebriyê Xelîl, Siwarê Bozê …
Zavayê du rojan berxê sê rojawo
Ji Emîn Ehmed, Bavê Şikrî Siwarê Bozê re geryawo
05.06.2019, Yenî Ozgur Polîtîtka