Serkan Brûsk
Ji hemû hebûnên li vê dinyayê cudatir, mirov yekane hebûn e ya ku bi alîkariya ziman navan li zarokên xwe, li ajalan, li dever û hemû tiştên hene û tine, dike. Navdanîna li xwe û li tiştan yek ji hezaran fêdeyên ziman e ku tenê li cem mirovan heye. Mirov bi vê rêbazê tiştan pênase dike û wan ji hev cuda dike. Bi demê re jî her nav dibe xwedî dîrok û çîrokek taybet û wisa jî di hişan de dimîne.
Navdanîn an jî navlêkirin di çanda me de û bawer dikim di hemû çandan de jî bûyer û kirineke bi wate ye. Wek mînak hê berî çêbûna zarokê dayik û bav serê xwe diêşînin; li ser navê zaroka/ê ku wê çê bibe. Jixwe dema zaroka/ê pêşî be ango nûxuriyê malê be, lêgerîna li nav gelek bihûrgilî û demeke dirêj didome.
Navdanîna li zarokan ewqas girîng e ku berê hinek kesên bi temen bi taybetî nav li zarokan dikirin. Ew kes di nava civata Kurdan a gundan de bi navdanîna xwe navdar dibûn. Ew kes jî bi pirranî yan rûspî bûn, yan jî kesên oldar bûn. Bêguman yên oldar heta ji wan dihat navên Erebî pêşniyaz dikirin.
Piştî ku gelê me bi bindestîya nasnameya xwe ya neteweyî hesiya û her çû têkoşîna ji bo azadiya hemû nirxên wê di nava gel de bi şax û per bûn, êdî malbatên Kurdan bi taybetî navên kurdî li zarokên xwe kirin. Di vê pêvajoyê de gelek navên giya, kulîlk, dar, ber û fêkiyên daran, beşên çiya û newalan, çem û golan, balinde û sembolên neteweyî û mirovî wek nav li zarokan hatin kirin. Ji bilî navên Kurdî yên malbatan hema bêje birêvebirên hemû rêxistin û partiyên Kurdan ku xebatên veşartî dikirin, nasnavên Kurdî li endamên xwe kirin.
Bi vê rêbazê jî bi hezaran peyv û navên Kurdî wek navên mirovan ji nava pençên mirin û nemanê hatin rizgarkirin. Her ku çû jî, navên Fatma, Ayşe, Hemdilluh, Muhittin, Teqyedîn şûna xwe ji navên wek Zelal, Pelşîn, Zozan, Zinar, Rizgar, Bahoz, Berxwedan, Egîd û hwd re hişt. Ew navên Erebî yan jî yên biyanî ku ji bo malbat û xwedînav tenê navek bû, piştî ku şûna xwe ji navên Kurdî re hişt, êdî zarok û nav bi zimanê Kurdî li hev û din baniyan. Wetaya navê Zelal ji bo her kesî zelal û xweş bû. Xweşnav bi xweşiya navê xwe ser bilind bû. Piştî devjêberdana navên dînî vê carê jî dor hatibû rakirina navên dagirkeriyê yên di forma paşnav û navên bajar û gundan de.
Em baş dizanin ku navê gund û bajarên Kurdan yek bi du ya din de piştî avabûna Komara Turkiyeyê bi darê zorê hatin rakirin û bi zimanê Tirkî nav li wan deveran hatin kirin. Di wê demê de ti birêveberekî dewletê ji gundiyên wê herêmê an jî ji malbatan nepirsî ka hûn dixwazin navên dever û paşnavên we bi zimanekî biyanî bin. Paşnav û navên ku karmendan li gorî dil û kêfa xwe li malbatan û gundan kir, dibûn sedemên gelek pirsgirêkan. Gelek kesan nikarîbû paşnavên xwe û navên gundên xwe bigotana. Bifikirin heta îro jî hê gelek pîr û kalên Kurdan bi navê gund û bajarên xwe yên bi zimanê biyanî nizanin. Dema ew diçûn bajaran karmendên dewletê navên gundê wan ji wan dipirsî, ew bêdeng dibûn.
Esas, dema dewleta Kemalîst navên gund, bajar, malbat û kesan ên bi Kurdî kire Tirkî hewldana tinekirina nasnameya cografiyayekê, dîrok û hişmendiya neteweyekê pê re jî ziman û çanda wê kire armanc. Ev ne hema hewldaneke hayelehî bû, ne jî yeka wisa xweş û bitewaş bû ku pêşiyên me bixweşî daqurtandin. Na, ev kirina kolonyal a tirş û tal bi darê zorê bi wan hate daqurtandin. Çawa ku serhildanên Kurdan ên belawela û ji hev qut li Koçgiriyê, Dêrsimê, Agiriyê, Pîranê, Botan û gelek deverên din bi devê çekan û gurmîniya topan hatin şikênandin, bi navlêdanîn zimanê Tirkî jî vîn û îradeya civata Kurd a çandî û zimanî hate talankirin.
Li aliyekî din jî, piştî hevdîtinên li Osloyê, dewleta Tirk pêvajoyeke pirr bi sînor a çandî û zimanî da destpêkirin. Di wê demê de hinek bendên qewîn ên li beramberî çand û ziman hatin tenikkirin û nizmkirin. Meclîsên şaredariyan karîn biryarên xwe yên nav û ziman di praktîkê de bi cih bînin. Lê dewletê xwe li vê gavika biçûk jî ranegirt û li eyarên xwe yên destpêkê vegeriya.
Niha jî, meclîsa Şaredariya Dêrsimê biryar daye ku li ser tabeleya şaredariyê navê Dêrsimê were nivîsandin. Ev biryar ne biryarek e ku navê Dêrsimê bi fermî lê bê kirin. Tevî vê jî, qîr û qerebalixa Kemalîstan e. Lê hûn baş bizanin, em hemû wan nirxên xwe yên neteweyî û zimanî ku we bi darê zorê ji me stendiye, dixwazin. Ka ez bi gotineke wan vê gotarê biqedînim, “Se direyê karwan bi rêya xwe ve dihere”.
31.05.2019, Yenî Ozgur Polîtîka