Diyarname
12'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist îsal di navbera 15-20'ê pêşpûrê de li dar dikeve. Di çarçoveya Documentarîste "Anima-Doc" (Documentera Anîmasyonî/Canlandirma Belgesel) li dar dikeve.
Ji "FAMU"yê (Dibistana navdar a sînemayê ya Pragê) mamoste Tomaş Doruşka û A. Nazli Kaya dê dersê bidin. Atolye sê rojan (rojên 20-21-22'yê pûşperê) dê li dar bikeve û di vê çarçoveyê de çawa dîmen dixin nava hev, bi awayekî baş dikarin çawa bêne bikaranÎn û documenterên anîmasyonî dikarin çawa bêne çêkirin, li ser van dê xebat bimeşe.
Di warê çand, jiyan, mafên civakî û azadî, polîtîka, ekolojî û pirsgirên hawirê de ev anîmasyon dikarin çawa bêne bikaranîn, dîsa teknîkên stop-motion û anîmasyona ji kaxizan çawa dibe, di van wara de beşdar dê bibin xwedî agahî. Ji vî alî ve hem ji aliyê teorîk hem pratîk de xebat dê bimeşe û di dawiyê de sê fikrên kurtefîlman ên derkevin pêş dê bêne çêkirin.
Beşdarî bê pereye lê beşdarî bi sînor e lemwa yên bixwazin divê zûtir serî lê bidin.
Roja dawî ya serîlêdanê 8'ê meha pûşperê ye.
Ji bo beşdarî:
atolye@documentarist.org
**
Nûçeya Eleqedar:
- Documentarist li benda belgefîlmên we ye
****
REKLAM: