Diyarname
Fîlmê derhêner Kazim Oz ê bi navê "Zer" herî dawî li Danîmarkayê beşdarî "Festîvala Fîlmên Kurdan a Danîmarkayê" bû û xelat kir. Ji aliyê din ve jî niha DVD û Bluray a fîlm derket.
Yên bixwazin dikarin ji ser malpera Kazim Oz a binavê "kazimoz.com" re fîlm bi dest bixin.
Di vê navberê de Zer 24'ê mehê li Amsterdamê jî di çarçoveya Festîvala Fîlmên Kurdan a Amsterdamê de dê bê nîşandayîn.