Diyarname
Aksanat bi sernavê "Nêrînek li Sînemaya Arjantînê ya Rojevî" çar fîlmên ji Arjantînê anîne pêşkêş dike.
Aksanat li Taksîma Beyogluya Stenbolê ye û her meh çalakiyên cur bi cur ên çandî pêşkêş dike ku di nav de sînema jî heye. Vê mehê fîlmên Arjantînê tîne. Bername 18'ê mehê dest pê kir û 25'ê mehê bi dawî dibe.
18'ê mehê fîlmê derhêner Martin Hodara "Nieve Negra" (Berfa Reş) hat nîşandayîn û rojên pêş me jî didome.
Li gor bernameyê 23'yê mehê saet 19'an de dê bi nîşandayîna fîlmê "Ji Buenos Aires Tita, ez bêjim" bidome. Fîlmê derhêner María Teresa Costantini portreya stranbêj û lîstikvana navdar a arjantînî Tita Merello dike.
Di fîlm de Mercedes Funes, Damián de Santo, Esther Goris dilîzin.
Her du fîlmên din ku dê bêne nîşandayîn jî ev in:
- "Una Noche de Amor" (Şeveke Evînî)
Di fîlmê derhêner Hernán Guerschuny de Sebastián Wainraich, Carla Peterson, Soledad Silveyra rol girtiye ser milên xwe.
Leonel û Paola 12 sal in zewicandîne, du zarokên xwe li cem dê û pîra wan dihêlin û ji bo şîvê derdikevin derve. Lê hin pirsgirêk dertên û di encama şaşfêmkirinê de zewaca xwe digirin bin lêpirsînê.
Fîlm 24'ê mehê, saet 19'an de tê nîşandayîn.
- La Nina Santa (Ezîzeya Biçûk)
Di fîlmê derhêner Lucrecia Martel de Mercedes Morán, Carlos Belloso, Alejandro Urdapilleta dilîzin.
Fîlmê ku di sala 2004'an de hatibû kişandin li Festîvala Fîlman a Cannesê hatibû nîşandayîn. Helena hotelek bi rê ve dibe, Amalia ku xwedî baweriyeke xurt a olî ye di koroyê de stranan distrê û Doktor Jano ku li hotêlê dimîne... Çîrok di navbera van her sêyan de didome. Fîlm li ser têgehên sûc û xeyalşikênê didome.
Fîlmê 25'ê mehê saet 15'an de tê nîşandayîn.