Diyarname
Tîma bajarê Agirî "Agri 1970" piştî serketina di Play-offê de derbasî Lîga 3'yan a Tirkiyeyê bû.
Agri 1970 Spro di "BAL"ê (Lîga Amatoran a Herêmî) de dilîst û bûbû şampiyon lê divê maçên play-offê bilîsta. Di vê çarçoveyê de Agri 1970 du maç lîstin.
Di dora yekem de tîma Malatya Yeşil Belediye Sporê têk bir û derbasî kêliya dawî bû. Maça dawî roja 18'ê mehê li Entabê ligel Akşehîr Sporê lîst. Agirî bi 1-0 bi ser ket û bi vê yekê derbasî Lîga 3'yemîn a Tirkiyeyê bû.
Îsal ji bilî Agirî 1970, tîma 1877 Alemdag, Yozgatspor 1959 FK, Belediye Derince Spor jî di maçên play-offan de bi ser ketin û derbasî Lîga 3'yemîn bûn.
Li Tirkiyeyê lîga herî jorîn Super Lîg ku hemû tîmên mezin di wir de ne. Piştî wê bi rêzê Lîga 1'emîn, Lîga Duyemîn (di vê lîgê de du kom hene) û Lîga 3'yemîn (di vê lîgê de 3 kom hene) heye.
**
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul, Telefon: 0212 -6266455, info@davetiyeonline.net