Diyarname
Vê hefteyê 3 jê fîlmên ji Tirkiyeyê, 6 jî biyanî 9 fîlm ketin vîzyonê. Ji yên biyanî didu jê anîmasyon in. Ji nav fîlman em fîlmê Huseyîn Karabey "Îçerdekîler" (Yên li hundir) derdixin pêş û pêşniyar dikin.
"Îçerdekiler"
Karabey di fîlmê xwe de temaşevanan dibe serdema derbeyê; Wê demê mamosteyek ji ber belavokek dijî desthilatdarî belav dike tê binçavkirin. Bêyî biryara tewqîfkirinê hebe serkomîserê beşa siyasî 185 wî nezaretê de digire û her digire bin lêpirsînê. Dema mafê hevdîtina ligel jina wî dertê holê, lê li hemberî xwe baldûza xwe dibîne. Di fîlm de dema kî mafdar be kengê dibe mafdar an neheq derdikeve pêşberî temaşevanan.
Fîlmê Karabey ku îsal beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bû Caner Cindoruk, Settar Tanriogen, Gizem Soysaldi û Feyyaz Duman serlîstikvaniya wî dikin.
Vane hemû fîlmên ketine vîzyonê:
- Sunset / Derhêner Laszlo Nemes
- Pure as Snow / Derhêner Anna Fontaine
- Door in the Woods / Derhêner Billy Chase Goforth
- John Wick Chapter 3 / Derhêner Chad Stahelski
- Bikes / Manuel J. Garcia / Anîmasyon
- Ugly Dolls / Kelly Asbury / Anîmasyon
- İçerdekiler / Huseyin Karabey
- Ne olur gitme / Derhêner Yuksel Torun
- Kim daha mutlu? / Derhêner Hakan Haksun