Diyarname
Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî a îsal bi dawî bû û Murat Oruç bi dosyaya xwe "Radîşo" bi ser ket.
Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî ji aliyê Weşanên Sor û Malbata Arî ve tê li darxistin. ÎSal 6'emîn car li dar ket û encama pêşbaziya îsal li Beşa 1'emîn a Egîtîm-Sena Amedê hat eşkekirin.
Kordînatorê pêşbaziyê Reşo Ronahî li ser encama pêşbaziyê axivî. Ronahî pêşî diyar kir ku Arjen Arî heta dawiya jiyana xwe ji bo ziman û wêjeya kurdî axiviye û çarînek ji helbesta wî ya li ser ziman parve kir: "Ez bi zimanê xwe hebim / Kulîlk bi rengê xwe he be / Şalûl bi dengê xwe / Tu yê bi çi yê xwe hebî / Heke zimanê te tune be?”
Reşo Ronahî diyar kir ku îsal 5 dosyayên helbestan ji bo pêşbaziyê hatine şandin û endamên juriyê ji nav van dosyaya Murat Oruş "Radîşo" hêjayî xelatê dîtene. Ronahî ew pîroz kir û got ku ew hêvî dike dê Murat Oruç kedek girîng bide helbesta kurdî.
Îsal juriya pêşbaziyê ji Îrfan Amîda, Mem Bawer, Zulkuf Ergun, Berken Bereh û Necla Arî pêk dihat.
Her wiha amadekarên pêşbaziyê her sal xelata rûmetê jÎ didin û wan îsal civaknas Îsmaîl Beşîkçî hêjayî xelatê dîtine.
Îsal 6'emîn sal e pêşbazî tê lidar xistin. Dosyayên di pêşbaziyê de bi ser dikevin wekî pirtûk têne çapkirin.


