Diyarname
Lîstikvanê fûtbolê yê îngilîz ê navdar dema erebe diajot bi telefonê diaxivî. Li ser vê yekê polîsan ew da sekinandin û dest danîn ser ehliyetê wî. Beckham dê 6 mehan nikaribe erebeyê bajo.
Dadgeha Bromley Magistrates ku li başûrê rojhilatê Londonê ye ev biryar da. Beckham di meha sermaweza par de li navenda Londonê dema erebe diajot bi telefonê diaxivî û dadgehê der barê wî de doz vekiribû, niha biryar da.
Lîstikvanê navdar di nav tîmên navdar wekî Manchester United, Real Madrid, AC Milan de lîst, herî dawî kurtedemek li PSG'yê lîst lê di sala 2013'yan de dest ji fûtbolê berda.