Diyarname
Lijneya Bilind a Hilbjartinê (YSK) îro li hev civiya û biryar ka du Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bê betalkirin.
YSK'ê li ser daxwaza AKP'ê mijara betalkirinê girtibû dest û îro berêvarkî biryara xwe da.
Biryara betalkirinê li hemberî 7 genfan bi 7 dengan hatiye girtin. YSK'ê gotiye ku di sindoqan de bêisûlî çêbûye loma wan hilbijartin betal kiriye. Bi vê yekê re dê mazbataya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi paş ve bigirin.
Tê gotin ku piştî vê biryarê dê YSK ji bo hilbijartina nû demê diyar bike ku ev dem jî dê 23'yê pûşperê be.
CHP li hev civiya
Piştî vê biryarê rêveberiya CHP'ê bi awayekî awarte li hev civaya. Dema ev nûçe hat weşandin civîn dom kiri.
Çi bûbû?
Di hilbiartina 31'ê Adara 2019'an de berendamê Îtîfaqa Milet Ekrem Îmamoglu ji berendamê Îtîfaqa Komarê Binali Yildirim 13 hezar û 729 deng zêdetir girtibû û hatibû hilbijartin. Ji ber ji nû ve hilbijartina dengan YSK'ê piştî 17 rojan mazbata dabû Îmamoglu.