Azad Zal
Ji aliyê dîtbarî û nivîskî ve ragihandin û danûstandina bi hev re bi giştî weşan e. Kesên ku vî karî dikin weşanger in.
Li weşanxaneyan kar û barê nivîskî tê kirin. Pirtûk, rojname, kovar û yên wekî wan têne amadekirin û têne weşandin.
Li navendên televizyon û radyoyan kar û barê dîtbarî tê kirin. Fîlm, bernameyên televizyonê, belgefîlm û yên wekî wan têne amadekirin û têne weşandin.
Li ser înternetê hem kar û barê nivîskî û hem jî kar û barê dîtbarî tê kirin. Di malperên curbecur de hem ji aliyê dîtbarî ve û hem jî ji aliyê nivîskî ve gelek berhem û aferînek têne weşandin. Weşan bi giştî li ser bingeheke xurt e û ev bingeh raya xwe ji civakê digire. Bingeha weşanê ziman e. Weşangerî ji aliyê erênî ve li ser ziman bandor dike. Wekhevî û hevpariyeke berfireh û netewî bi riya weşangeriyê pêk tê. Ev jî ziman hem xurt dike û hem jî têkiliyên civakî di asta neteweyî de durist dike. Bi weşangeriyê ziman mayînde dibe.
Ji aliyê neyînî ve jî pirsgirêkên weşan û weşangeriyê hene. Pirsgirêka sereke alfabe ye. Di nava kurdan de alfabeyeke yekser û standart tune ye. Ev pirsgirêk di qada netewî de divê bê nîqaşkirin û di riya çareseriya vê de hin gav bêne avêtin. Wekî nimûne pirtûk û berhemên her du alfabeyan li hev bêne wergerandin û li her derên Kurdistanê bêne belavkirin ew ê gelek sudewer be.
Pirsgirêka sereke ya din diyalektên kurdî ne. Diyalekt û civak bi awayeke bi awayeke cuda dibe mijara nîqaşên navbera zimanzan û kesên ku serê xwe bi vê re diêşînin. Hin diyalekt di navbera rêjeya hindiktirîn kesên kurd de tên bikaranîn ev li ser wê beşa civaka kurd bandor dike psîkolojî û hestewariyeke xwe kêm û biçûk dîtinê derdixîne meydanê. Diyalektên ku di navbera pirtirîn kesên kurd de têne bikaranîn berevajiyê wê psîkolojî û hestewariya jorê ye. Parçemayîna Kurdistanê vê rastiyê kiriya para kurdên bakûr û başûr, rojhilat û rojava bi tevahî.
Li bakur kurmancî û kirmanckî (zazakî), li başûr kurmanciya jêrîn (soranî) û kurmanciya jorîn (behdînî) bi hev re vê pirsgirêkê dijîn. Divê ku ji aliyê siyasetmedar û desthilatdarên kurd ve rastiya ziman û civakê bê zanîn û nêzikahî bêne nîşandin.
Hin neyînî û xeletiyên weşangeran jî hene ku ev li ser ziman bandora neyînî dikin. Di pergala weşangeriya kurdî de zêde pergala standart ya dinyayê bi kar nayê. Di derveyê îstîsnayan de lijneya şêwrê, edîtor, redektor, tashîhkar û hwd. di nav sazî û dezgehên weşanên kurd de tune ye. Ev kêmaniyeke girîng e û berhem û aferînekên kurdî ji serî de ya mirî dihêle ya jî gelek lawaz dihêle. Bazara weşanên kurdî zêde di nava civakê de ciyê xwe çênake. Ev neyîniyeke duserî ye. Hem ji bêxemiya civakê ye û hem jî ji bêxemiya weşangeran e.
Pirsgirêka sereke ya girîng ew e ku zimanê kurdî ji aliyê pisporan ve nayê lêkolînkirin, ji aliyê zanistî ve nayê şopandin. Mesela lijneyeke pisporan ya ku li ser zimanê kurdî bixebite tune ye. Ji ber ku cî tune ye. Ango akademî ya jî zanîngehek tune ye. Zimanzanên kurd gelek jê ‘alaylî’ ne. Ango di pratîkê de bûne/dibin zimanzan. Ev ji aliyê zanistî ve zimanê kurdî qels dixe û pişt lê dişikîne.
Niha ku mirov bijimêre bi qasî 25-30 weşanxaneyên kurdî hene; 15-20 televizyon û gelek radyoyên kurdî hene; ji 45-50’yî zêdetir malperên kurdî hene. Mirov vana tevan berhev bike û binêre gelo çend edîtorên ku vî karî bi profesyonelî dikin hene? Gelo çend redaktorên ku serwerê rastnivîs û rêzimana kurdî bin hene? Gelo çend zanistên ku pisporên karê weşanê ne li van sazî û dezgehên kurdî hene? Mixabin bi ser hejmara tiliyên du destan nakevin.
Rewşa kurdî û pêşketina kurdî di rêjeyên bi vî rengî de dertênê meydanê. Bi çend pêşniyaran mirov dikare riya çareseriya van pirsgirêkan veke.Divê ku bi perspektîfeke netewî “Yekîtiya Weşangerên Kurdî” ava bibe. Yekîtiyên bi vî rengî ji bo hemû beşên weşanê ava bibin dê hin deriyan li pêşiya çareseriyan veke. Divê ku lijneyeke ji pisporên ziman bê der ava bibe û ev ji bo standardîzasyon û pêşvebirina ziman her lêhûrbûn û lêkolînan bike. Divê ku di sazî û dibistan û enstîtu û akademî û zanîngehên kurdewar bêne avakirin. Yên ku hene bêne xurtkirin û ji nû ve li ser bingeheke xurt bêne damezirandin. Dan û standinên nivîsbarî û weşanê di navbera parçeyan de gelek lawaz e. Divê ku ev bêne xurtkirin. Alfabeyeke standart her pêdivî ye. Ji bo wê jî berhem û aferînekên her du alfabeyan bi awayeke berbiçav bêne wergerandin û yên din li aliyê dîtir bêne belavkirin. Li her çar parçeyan civîn û komxebat û semîner û konferans û hwd. bibine sedem ku rewşenbîr û nivîskarên kurd li hev bicivin û xebatên hevpar bikin.
(*)Têbinî: Ev nivîs kurtasiya gotara ku di “Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî” hatiye pêşkêşkirin e.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin