Amed
7'emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku îsal bi diruşma "Heqîqet Azad Dike" li dar dikeve bi merasimek dest pê kir.
Ji bo destpêkirina festîvalê lîstika Teatra Jiyana Nû "Tenê Ez" hat lîstin û merasim li dar ket. Di merasimê de Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temelli, mebûsê HDP'ê Alican Onlu, Hevşeradên Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik û gelek endamên saziyên sivîl amade bûn.
Benî pêşkêşkirina lîstikê li ser navê komîteya amadekar Berfîn Emektar û Ozcan Ateş bi kurdî û tirkî axivîn. Dûre Hevşeraderên Amedê axivîn. Ji Hevşaredaran Uyanik diyar kir ku huner birînan dikewîne û diyar kir ku helwesta ku Şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê nîşan dane divê neyê jibîrkirin.
Mizrakli jî wisa got: "Çîrok xilas nabe. Her tişt hildiweşe, xira dibe lê çîrok her dimîne. Ev çîrok îro ji vir berdewam dike."
Festîvala Şanoyê ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve tê organîzekirin heta 5'ê gulanê dê bidome.
(Foto: Ji Ajansa Mezopotamya hatiye girtin)
Ji bo bernameya festîvalê: