Diyarname
Kovara derûnasiyê ya bi kurdî "Psychology Kurdî" bi hejmara xwe ya 8'an derket.
Kovarê Psychology Kurdî çar mehan carek derdikeve û bi hejmara xwe ya Rêbendan-Reşemî-Adar-Avrêlê derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de mijara "Zarok û derûniya zarokan" derxistiye pêş. Kovarê ji aliyê derûnî ve li ser perwerdehiya zayendî bo zarokan, ziman û zimanê zikmakî gotar û hevpeyvîn weşandine. Di vê çarçoveyê de Doç. Dr.Recep Tutuncu "Kesayetiya Dijcivakî û Şîdeta Dema Zarokatiyê", Dr. Azad Dildar "Zarokên Postmodern û Tenduristiya Derûnî di Globalîzma Cîhanî de", Ferîdûn Bîrgul "Wêjeya Zarokan bi Pêwendiya Wêjeya Devkî", Yusuf Atabey "Zaroktî; Mifteya Deriyê Dinê ya Mirov", Yasîn Duman jî "Bikaranîna Metodên Hunerî di Tespît û Çareserkirina Pirsgirêkên Derûnî yên Zarokan de", ev û hin nivîsên bi vî rengî di vê çarçoveyê de hatine weşandin.
Her wiha ji gotaran Prof.Dr.Îlhan Kisilhan li ser "Pîsokojî, Dîn û Civak" mijara xwe girtine dest û pêşkêş kiriye.
Her wiha ligel Prof. Dr. Ayşegul Ataman û Ayşegul Erdem jî hevpeyvîn hatine kirin.
Ji bo têkilî:
psychologykurdi@gmail.com