Dilawer Zeraq
Şûngeh (an jî mekan) pêwîstiyek e ji bo jiyanê. Û her wiha ji bo hebûnê. Di kîjan warî de dibe bila bibe, şûngeh alîkarî bi me re dike da ku em karibin der heqê tişte û kirdeyan de bibin xwedî hiş û bîrekê. Di heman demê de, şûngeh bi xwe, der heqê xwe de jî hişekî bi me re çêdike; û em wî hişî wekî hişê şûngehî bi nav dikin. Digel vê jî hêla herî girîng û sereke ê şûngehê ew e ku dikare di hişê me de du aliyan saz bike; her du aliyan jî di bîra me de bi keys bike û bi vî awayî xwe bike ya me. Yanî, şûngeh li ku û bi çi awayî dibe bila bibe, piştî ku em tê de bi cî dibin an jî ew xwe di hişê me de bi cî dike, teqez dibe ya me.
Îcar, heke em di warê wêjeyê de bifikirin û ji xwe bipirsin, gelo di vê wateyê de şûngeh çawa di hişê me de bi cî dibe, em ê karibin bêjin, wêje bi xwe xwedî du şûngehên diyar û berbiçav e. Yek jê berhem bi xwe ye, ya din jî deqên (tekstên) rexneyî-nirxandinî ne ku der heqê berhemê de tên nivîsîn. Û ev her du şûngeh, digel ku ji hev serbixwe ne jî, ji hêla têkiliya kirdebûn û tiştebûnê ve bi hev ve ne û bêyî hev nabin.
Edeward Said, ji bo rexneyê dibêje, “Bi ya min rexne, bi awayekî hîmî û esasî, ne çalakiya afirandina ramana kûr û danfamkirina teoriya req e; rexne çalakiyeke kifşkirin û zanînê ye.”* Nexwe, nivîs an jî berhema wêjeyî, gava bêyî rexne bimîne, hem nayê kifşkirin hem jî wekî tişte ji kirdeya xwe bêpar dimîne. Ji ber ku rexne di gava kifşkirinê de, bi temamî li ser deqê kar dike û li pêşberî berhemê bi rola kirdeyê radibe. Her wiha di warê kirdetî û kargîniyê de jî Tery Eagleton dibêje, “Kargîniya rexneyê; peydekirin û birêkûpêkkirina şert û mercan e da ku tekst karibe xwe nas bike.”** Em bi rêya vê peytê fam dikin ku gava rexneyê deqeke wêjeyî kifş kir di heman demê de deqê jî nas dike û pê re jî deq bi xwe jî xwe nas dike. Yanî bi rêya kirdetiya rexneyê, deq careke din jî –çendî ku ji pasîf be jî- dibe kirde. Û piştî ku rexneyê çalakî û nasîna xwe temam kir, hem deqa wêjeyî hem jî teksta rexneyî, dibin berhemên wêjeyî; û her du jî di heman demê de dibin şûngeh.
Her wiha, em gihîştin wê qonaxê ku dikarin bêjin, rexne, ji bo berhemên wêjeyî, ne pêwîstiyek e, lê belê çalakiyeke bivênevê ye. Û her wekî Tzvetan Todorov gotî, “Rexne ne paşgoyeke wêjeyê a di ser re ye, berevajiya wê, rûyê wê yê duyem ê bivênevê ye.” Loma jî, rûyê yekem berhema wêjeyî rûyê duyem jî tekst an jî berhema rexneyî ye. Û her du alî, di heman demê de, her yek şûngehek e ku rûyê wêjeyê temam dike.
Herçî rexnegir e, wekî kirdeya/ê sereke, çalakiya rexnekirinê pêk tîne û serdestî her du alî û şûngehan e jî; yanî hem li ser berhemê hem jî li ser nivîsa rexneyî zal e. Îcar ku rexne û rexnegiriya wêjeya kurdî bikeve behsê, rexnegir, gelek caran, di warê şûngehê de, li ser teksta nivîskî û li ser rexneya ku dê bê kirin namîne û ji xwe re şûngehên dîtir saz dike. Hejmara van şûngehan sê ne. Yek ji wan şûngehan, nivîskara/ê berhemê ye ku dibe tişteya rexne û rexnegir. Edward Said “rexnegirên ku ji berhemê zêdetir nivîskar dixin navenda nivîsarên xwe, wekî rexnegirên provokatîf” bi nav dike.**** Ev provokatîfî ji ber vê yekê ye ku; gava ji tekstê zêdetir, nivîskar û taybetiyên wî/ê derkeve pêş, çalakiya rexneyê û kargîniya wê pûç dibe. Şûngeha duyem, rexnegir bi xwe ye ku; ji çalakiya rexnekirinê û ji naskirina berhema wêjeyê zêdetir, dikeve nav hewla kifşkirina xwe û diyarkirina zanebûna xwe. Şûngeha sêyem jî ew e ku; rexnegir di navbera berhemên wêjeyî de, cihêtiyên wekî, ‘nivîskar kî ye, dîtina siyasî û îdeolojîya wê/î çi ye, ez jê hez dikim an na û hwd.’ saz dike û li ser van tercihên xwe yên takekesî bala xwe dibe ser berheman. Û di şûngehên duyem û sêyem de rexnegir, bi van çalakiyên xwe ve, dibe rexnegira/ê vajî-provokatîf.
Wêjeya kurdî, bêguman û ji hemû gengeşeyan dûr, pir zêde hewceyî rexnegiriya afirîner e. Said, rexnegiriya afirîner, wekî ‘rexnegiriya pêşengî’ bi nav dike. Loma jî, çendî ku di van demên dawiyê de, bang û gazî ji bo rexneyê tên kirin û hewldaneke hêjayî gotinê heye jî, ji bo wêjeya kurdî ‘rexnegiriya pêşengî’ rê û pêwîstiyeke bivênevê ye. Ji ber ku ev reng rexnegirî, ji bo ku karibe di çalakiya rexnekirinê de tenê kifş bike, bizane û bide zanîn, serê her tiştî, rêzê li kirdetî, tiştetî û şûngehiya berhema wêjeyî û deqa rexneyî digire.
Digel van hemûyan; çi gava çalakiya ‘rexnegiriya pêşengî’ di wêjeya kurdî de bi pêş ket, wê hingê rexne dê bigihîje warê xwe û bibe xwedî şûngeh, -şûngeha ku aliyê din ê rûyê wêjeyê ye-, pê re jî, rexne dê hem xwe hem jî wêjeyê heyî bike û her du jî dê bibin şûngehên xweser û ji hev cihê; û em ê di şûngehiya wan de bi cî bibin, ew ê jî di hişê me de bi cî bibin; û bibin ‘yên me.’
*Said, Edward. Yazınsal Eleştiri, Hece Yayınları, 61
**Eagleton, Tery. Eleştiri ve İdeoloji, Weşanên İletişim, 20
***Todorov, Tzvetan, Eleştirinin Eleştirisi, İş Bankası Yayınları, 1
****E. Said, hb.
06.04.2019, Yenî Ozgur Polîtîka