Diyarname
Belgefîlmê Aydin Orak ê bi navê ‘Destaneke Serhildanê: Bêrîvan’ li Almanya, Swîsre, Swêd û Belçîkayê wê bê nîşandayîn.
Di çarçoveya 4'emîn Rojên Fîlmên Kurdan ên Hambûrgê de wê belgefîlm bê nîşandayîn û piştî nîşandayînê bi derhênerê belgefîlm Aydin Orak re hevdîtineke pêk bê.
Piştî vê nîşandayînê wê li gelek cihên din belgefîlm bê nîşandayîn.
Belgefîlm li ser çîroka Bêrîvan Cizîrê hatiya kişandin. Jina bi navê Bêrîvan Cizîrê, di Newroza Cizîrê ya 1992’yan de, pêşengiya serhildana mezin a gelê Cizîrê kiribû. Di belgefîlm de digel çîroka Bêrîvana Cizîrî ku ji devê wê tê vegotin, dîmenên sala 1992'yan jî hatine pêşkêş kirin.
Vaye bernameya nîşandayîna belgefîlm:
- 13 pûşper – Festîvala Fîmên Kurdan a Hambûrgê (Almanya)
- 17 pûşper – Frankfurt, 19.30, FH - Frankfurt (Audimax, Gebäude 4, EG) (Almanya)
- 19-20 pûşper - Stockholm (Swîsre)
- 22 pûşper - Bruksel – saet 18.00, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê (Belçîka)
- 27 pûşper – Parîs, 15.00, Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya (Fransa)
- 1-3 tîrmen - Lozan, Zurih (Swîrse)


