Diyarname
Ji lîstikvanê Amed Sporê heta teknîk dîrektorê MU û transferek rekor ji B.Munîh3e. Vane sê nûçeyên ji sporê îro derketine pêş.
Cezayê Mansur Çalar daxistin
Piştî maça Amed Spor û Sakarya Sporê bi dehfdana lîstikvanê Sakaryasporê di navbera lîstikvanan de xirecir derketibû. Piştî maçê Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbola Profesyonel (PFDK) ku girêdayî Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê de 4 sal cezayê nelîstinê û 25 hezar TL pereyê cezayê dabûn Mansur Çalar. Ji ber ceza ji 3 salan derbas kiribû dihat wateya ku heta hetayê qedexeya lîstinê ji bo Çalak heye.
Piştî bûyerê Amedê Sporê ji bo betalkirina cezayê serî li PFDK'ê dabû. Îro lijneyê carek din biryar nirxand û di encamê de cezayê Çalar daxist 20 maçan û 25 hezar jî pereyên tirk. Daxwaza bi paş ve xistina cezayê jî nehat qebûlkirin.
MU ligel Solskjaer peyman girê da
Klûba Manchester United (MU) piştî ku teknîk dîrektor Jose Mourinho qewinda ji bo demek tîm teslîmê teknîk dîrektor Ole Gunnar Solskjaer kiribûn.
Teknîk dîrektor Ole Gunnar Solskjaer roja 19'ê berfanbara 2018'an dest bi kar kir. Teknîk dîrektorê norwecî ligel MU derket 19 maçan û di 14'an de bi ser ket, 2 maçan de wekhevî bi dest xist û di 3 maçan de têk çû. Ji wê rojê heta niha ji van maçan 13 maç ên lîgê bûn ku di 10'ê wan de bi ser ket. Ji ber vê serketinê MU bi awayefkî fermî peywir da Ole Gunnar Solskjaer û ligel wî 3 salan peyman îmze kir.
Teknîk dîrektor Ole Gunnar Solskjaer di navbera salên 1996-2007'an de li MU lîstibû û 366 maçan de lîstibû; bi giştî 126 gol avêtibû. Piştî peymanê teknîk dîrektor wisa got: "Ji roja ku ez hatin di vê klûba taybet de wekî ku ez li mala xwe bim min hîs kir."
Ji Bayernê transferek rekor
Bayer Munîhê ji tîma spanyol Atletico Madrid lîstikvanê fransiz Lucas Hernandez transfer kir. Klûbê lîstikvanê 23 salî ji bo 5 salan transfer kir û ji bo vê 80 mîlyon Euro bonservîs da. Transfer ji 1'ê tîrmeha 2019'an dest pê dike û heta dawiya serdema 2023-2024'an dê bidome.
Lîstikvan Hernandez dê emeliyet bibe lê doktorê klûbê Hans-Wilhelm Muller-Wohlfahrt got ku di destpêka serdema nû de dê Hernandez bikaribe bilîze.
Dîrektorê sportîf ê Bayer Munihê Hasan Salihamidzic got ku wan lîstikvanê defansê yê herî baş ê dinyayê transfer kirine.
***
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Fûtbol li Mansur Çalar qedexe kirin!
- Bûyerên li maça Amed Sporê derketin bir meclisê
- Ji bo Mansur Çalar biryara qedexeya derveyî Tirkiyeyê