Amed
Radyo televîzyona Aktuel ya ku li Amedê weşana herêmî dike, ji bo guhertina nav serî li Lijneya Bilind ya Radyo Televîzyonê (RTUK) da û navê radyo û televîzyona xwe kir AMED TV.
Yek ji radyo û televîzyonên ku li Amedê weşanê dike jî ARt TV bû. Televîzyonê niha xwest navê xwe biguherîne û bike Amed. Li ser vê yekê serî li RTUK'ê da û RTUK'ê ev nav pejirand. Televîzyon di 23'yê vê mehê de wê êdî bi navê xwe yê nû, bi Amed TV weşana xwe bidomîne.
Koordînatorê Weşanên Giştî yên AMED TV Ferhat Mehmetoglu da xuyakirin ku guhertina nav ji aliyê RTUK`ê ve hatiye pejirandin û wiha got: “Amed navê kevin yê Diyarbekir e. Ev salek bû ku em li ser vê difuikirînn. A rast ev nêzî 10 salan bû ev nav di bîra me de bû."