Diyarname
Li Tirkiyeyê di pirtûkxaneyan de pirtûkên ku herî zêde hatine xwendin hatin eşkere kirin. Ev yek ji bo fêmkirina nêrîna xwendevanên pirtûkxaneyan îstatîstîkek baş e.
Komeleya Pirtûkxaneyan Tirk hem daneyên pirtûkxaneyan li zanîngehan hem daneyên hezar û 146 pirtûkxaneyên gel ên li Tirkiyeyê dan hev. Di encamê de îstatîstîka pirtûkên herî zêde hatine xwendin / bi deyn hatine birin hat derxistin.
Li gor daneya di sala 2018'an de di nav wêjeya tirkî de herî zêde "Kurk Mantolu Madonna" ya Sebahattin Alî, "Çalikuşu" ya Reşat Nuri Guntekîn hatiye xwendin. Xwendekarên Zanîngehan herî zêde "Kurk Mantolu Madonna", xwendekarên pirtûkxaneyên gel "Çalikuşu" zêde tercih kirine.
Di nav wêjeya zarokan de jî herî zede pirtûka "Canavar Peşinde" ya Adem Blade, "Satirik Greg" a Jeff Kinney hatiye xwendin.
Li Tirkiyeyê 1146 pirtûkxaneyên gel hene. Dîsa li Tirkiyeyê her sal hefteya dawî ya adarê (îsal di navbera 25-31'ê adarê de) "Hefteya Pirtûkxaneyan" tê pîrozkirin lê ev jî heye ku her sal hejmara pirtûkxaneyan kêm dibe. Dewlet ji bo pirtûkxaneyan ji weşanxaneyên tirkî pirtûkan digire lê pirtûkên kurdî nagire.