Diyarname
Îşev Newroz e. Ji bo diyariya Newrozê fîlmê "Hazirîyek Bo Derengmayînê" ji bo rojek kî bixwaze dikare lê temaşe bike...
Derhêner Aram Dildar bi navê "Hazirîyek Bo Derengmayînê" kurtefîlmekî kişand. Kurtefîlm li hin festîvalan hatiye nîşandayîn û hê tê nîşandayîn jî. Bi awayekî vekirî ji bo kanalan nehatiye belavkirin. Lê niha Dildar ev kurtefîlmê xwe ji bo rojek, ji bo diyariya Newrozê bi ser vîmeo re belav kir. Aram Dildar bi ser tora civakî re wisa got: "Hevalno ezê îro seat 21:00 de filmê xwe "Hazirîyek Bo Derengmayînê" belav bikim, tenê bo rojekê. Diyarîyek biçûk ji bo Newrozê." Yên bixwazin heta sibê dikarin ji ser vîmeoyê re lê temaşe bikin û paşê ew dê dîsa şîfre lê bar bike.
Ji bo kesên bixwazin lê temaşe bikin fermo:
Hazirîyek Bo Derengmayînê | Geç Kalışa Hazırlık (2018) from NuveFilm on Vimeo.