Diyarname
Li Tirkiyeyê roja 31'ê adarê dê hilbijartina herêmî çêbibe. Di hilbijartinê de dê ji bo bajarên mezin, bajar û navçeyan şaredar, ji bo meclisên şaredariyan endam û ji bo taxan jî dê moxtar bêne hilbijartin. Û vane hin agahiyên giştî yên li ser hilbijartinê:
- 57 mîlyon û 58 hezar hilbijêr hene. Di hilbijartina berî vê de sedî 89.1 beşdarî hebû.
- Bi temamî 194 hezar û 628 sindoq têne danîn.
- 30 şaredariyên bajarên mezin hene.
- Sedî 78'ê hilbijêran li bajaran in.
- Ji Hilbijartina Serokomarî (24.06.2018) heta niha mîlyonek û 156 kes dê yekem car dengê xwe bikar bînin.
Rêjeya berendamên jin: HDP li pêş e
- Herî zêde HDP'ê jin wekî berendam nîşan dane (ji ber hevserokatî rêjeya berendamên jin sedî 50 ye), herî hindik jî Partiya Saadetê (rêjeya berendamên jin sedî 0.7). Ji berendamên CHP'ê sedî 5.2, ji berendamên AKP'ê sedî 1.25 jin in. MHP'ê sedî 1.86, Îyî Partî sedî 3.85 ji berendamên xwe jin wekî berendam nîşan dane.
- Bi temamî 316 berendamên serbixwe hene.
- Li Bajarên mezin sedî 70 berendaman yan zanîngeh, yan jî dibistana bilind xwendine, lê di asta navçeyan de asta xwendina bilind dadikeve sedî 44.
Mebûsên berendam
- Partiyan di vê hilbijartinê de li hin cihên stratejîk mebûsên xwe kirin berendan. HDP'ê li Amed, Qers, Wan, Çewlig, Kocaelî û navçeyeke Enqereyê mebûsên xwe berendam nîşan da. CHP'ê 5, AKP'ê 3, Îyî Partî 2 mebûsên xwe wekî berendam nîşan dan.
Kayûm, Stenbol û Enqere
Di vê hilbijartinê de ya herî balkêş çend bajarên mezin ên Tirkiyeyê û bajarên kurdan ku hikumetê bi kayûmê dest danîbû ser wan. Enqere û Stenbol ku li Tirkiyeyê bajarên sereke û yên herî muhîm in AKP û CHP di qayişkêşanê de ne. CHP'ê ji bo Enqereyê Mansur Yavaş nîşan da û vê yekê AKP tirsand. AKP'ê ji bo Stenbolê ji dest nede Serokê Meclisê Binali Yildirim ku ji wan bû wekî berendam nîşan da. CHP'ê jî Şaredarê Başakşehîrê Ekrem Îmamoglu nîşan da. Li bajarên kurdan şaredarî di destê DBP'ê bûn, lê hikumeta Tirkiyeyê ku di destê AKP'ê de ye bi kayûman dest danî ser van şaredariyan. HDP'ê li hemberî vê yekê giregirên xwe şandin hin bajaran û dibêje ewê hemû kayûman bi paş ve bişîne mal. HDP'ê li Mêrdînê Ahmet Turk carek din nîşan da. Sirri Sakik ku cara din li Agirî bi ser ketibû vê carê şand Mûşê. Her wiha HDP'ê Berkevdê Serokê Koma Meclisê Ayhan Bilgen jî li Qersê wekî berendam nîşan da û îdîaya bi dest xistina Qersê bilind kir.