Diyarname
15'emîn Festîvala Kurtefîlman a Akbankê di navbera 18-28'ê adarê de li Aksanat a li Taksîma Beyogluya Stenbolê li dar dikeve.
Festîvala ku ev 15 sal in li dar dikeve di warê kurtefîlman de cihek girîng digire. Îsal di bin navê "Kurteyên festîvalê", "Kurteyên ji dinyayê", "Ji kurteyan ber bi metrajdirêjan", "Ceribîn", "Sînemaya Belgefîlman", "Perpektîf", "Nîşandayina taybet" û "Forûm" de kurtefîlm têne nîşandayîn. Kurtefîlmên li festîvalên navdar wekî Cannes, Berlîn, Venedîkê hatine nîşandayîn di vê festîvalê de jî derdikevin pêşberî fîlmhezan.
Bi navê "Akbank Kurtefîlm Forûm" cih dide pêşbaziya senoryayê ya kurtefîlman jî. Her wiha pêşbaziya kurtefîlman a di warê neteweyî û navneteweyÎ de jî heye ku kurtefîlmên bi ser bikevin dê hem xelatê bigirin, hem jî festîval wan bibe li hin zanîngehan nîşan bide.
'Srbenka'
Di beşa "Sînemaya Belgefîlman" de îsal derhênerê hirvat Nebojsa Slijepcevic dibe mêvan. Belgefîlmê wî "Srbenka" ku li Festîvala Fîlman a Cannesê hat nÎşandayîn dê bê nîşandayîn û her wiha ew dê beşdarî Masterclassek bibe, di wir de qala serpêhatiya xwe ya vî karî jî bike.
Nîşandayînên taybet
Di beşa nîşandayînên taybet jî hin kurtefîlmên balkêş hene. Yek ji wan jî kurtefîlmê Ahmet Kizil ê bi navê "Çentîk" e. Di kurtefîlm de Şervan li derveyî maçê li lîstina gogê ya zarokan temaşe dike. Paşê dikeve navê, firsendê bi dest dixe û golê diavêje, lê gola wî nayê qebûlkirin. Û di jiyana xwe de yekem gola xwe bi vî awayî dixwe.
Nîşandayîna kurtefîlman, beşdariya gotûbêjan bê pereye lê ji ber cih teng e berî çalakiyê bi saetek vexwendname têne belavkirin.
ji bo agahiyên zêdetir: