Diyarname
Heta niha li Tirkiyeyê tu kanalî ligel pereyan jî reklam red nekiribû. Ev yek jî çêbû: Hemû kanalên mezin ên Tirkiyeyê ligel pereyan jî reklama HDP'ê neweşandin.
HDP'ê ji bo hilbijartinê reklamek amade kir. Ligel kanalên televîzyonên Tirkiyeyê ket têkiliyê û xwest pere bide û reklamê bide weşandir, lê tiştê nebûyî çêbû û hemû kanalan weşandina reklamê red kir.
HDP'ê li ser vê yekê ji ser hesabên xxwe yên tora civakî re reklam weşand û di twitterê de jî bi hashtaga "#EldenElePaylaşalım bang li bikarhîneran kir ku belav bikin.
HDP'ê ji ser hesabê xwe yê twitterê @HDPgenelmerkezi re banga piştgiriyê kir.