Diyarname
Festîvala Fîlmên Kurdan bi merasimek dest pê kir. Festîval heta 10'ê mehê dî bidome. Ya muhîm gelek fîlmên kurdî ku îhtîmal e li Tirkiyeyê temaşevan nikaribin li tu derê temaşe bikin dê li vir derkevin pêşberî hezkiriyên xwe.
Ji bo destpêkirina Festîvala Fîlmên Kurdan ya Stenbolê li Şanogeha Kenter merasimek hat lidarxistin. Di merasima ku pêşkêşvaniya wê şanoger Omer Şahîn kir de li ser navê amadekaran sînemager Îlham Bakir axivî. Bakir bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û got em ji vir de silavan dikin. Bakir wisa got: "Zordest ji hatina cem hev ditirse, loma hatina ba hev a îşev girîng e. Sînema wê me pêş bixe."
Piştî axaftinê hunermendê Ma Muzîkê ku li Amedê li ser muzîkê kar û barên xwe dikin konserek pêşkêş kir. Herî dawî jî şev bi nîşandayîna belgefîlmê Veysî Altay ê bi navê "Bîr" bi dawî bû.
Fîlmên metrajdirêj
Festîvala Fîlmên Kurdan a Stenbolê heta 10'ê mehê dê li dar be. Fîlm li Mezopotamya Sînema ku li Elmadaga Harbiyeya Stenbolê ye têne nîşandayîn.
Di nav bernameya festîvvalê de fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm hene. Ji metrajdirêjan de fîlmê Husseîn Hassan "Reşeba", yê Haşîm Aydemîr "14 Tîrmeh", yê Kaveh Moeinfar "Jîna Bêjiyan", yê Sahîm Omar Kalîfa "Zagros", yê Enden Ozkahraman "Bîryareke Zor", yê Alî Kemal Çikar "Di Navberê De" heye.
Belgefîlm
Ji belgefîlman "Bîr" ê Veysî Altay, "Ax û Welat" ê Hîcran Uzun û Zana Kîbar, "Sara" ê Dersîm Zerevan, "Gazîn" ê Ann-Sophie Persson, "Her Mal Destmalek" ê Ardîn Dîren, "Çîrkîn Kral Efsanesî" ê Huseyîn Tabak, "12x1" ê Hogir Qolan, "Darên Bi Tenê" ê Şero Hinde, "Şeva Xîzê" yê Alî Ergul heye.
Ji bilî van 18 heb jî kurtefîlm hene ku dê bêne nîşandayîn. Her wiha lîstika şanoyê ya bi navê "Tenê Ez" jî di çarçoveya festîvalê de bê nîşandayîn.
Ji bo agahiyên zêdetir û bernameyê:
http://mezopotamyasinema.com/
**
Nûçeya Eleqedar: