Diyarname
Bloombergê Îndeksa Welatên Herî Tendurist amade kir. Di rêza yekemîn de Spanyayê cih girt.
Hêviya temenek mezin, bandorên derdorê, bikaranîna cixareyê, têkoşîna li hemberî obezîte jî di nav de bi ser gelek xalan re lêkolîna welatên herî tendurist hat kirin. Bloombergê di encama vê xebatê de li ser 169 welatan îndeksek amade kir. Di îndeksa 2019'an, di nav 10 welatên pêşî de herî zêde welatên Ewropayê hene. Ji bilî welatên Ewropayê ji Asyayê Japonya, her wiha Avustralya û Îsraîl jî di nav 10 welatên herî tendurist de cih girtine.Tirkiyeyê di rêza 51'ê de cih girtiye.
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî hemwelatiyên Spanya xwedî temenek dirêj in ku di nav welatên Ewropayê de ew di rêza pêşî de ne. Di îndeksê de jî wan li rêza pêşî cihê xwe girtiye. Li Spanyayê hêvî ew e ku temenê mirovan di sala 2040'î de bi giştî bibe dor 86'an. Texmîn ew e ku di vî warî de dê Spanya bibe pêşeng, dûre Japonya, Sîngapur û Swîsre dê bên.
Li Spanyayê ji bo zarok, jin û mêran xebatên tenduristiyê yên pêşî li nexweşiyan digirin têne domandin, loma di 10 salên dawî de di nexweşiyên qelb-reh û nexweşiyên qansêrê de kêmbûn çêbûye.
Li gor welatên herî tendurist di îndeksê de vane 50 welatên pêşî:
Welat 2019 2017
Spanya 1 6
îtalya 2 1
îzlanda 3 2
Japonya 4 7
Swîsre 5 3
Swêd 6 8
Avustralya 7 5
Sîngapur 8 4
Norwec 9 11
Îsraîl 10 9
Luksemburg 11 10
Fransa 12 14
Avusturya 13 12
Fînlandiya 14 15
Hollanda 15 13
Kanad 16 17
Koreya Başûr 17 24
Zelandaya Nû 18 19
Îngilistan 19 23
Îrlanda 20 22
Qibris 21 18
Portekîz 22 21
Almanya 23 16
Slovenya 24 27
Danîmarka 25 28
Yewnanistan 26 20
Malta 27 25
Belçîka 28 26
Çekya 29 30
Kuba 30 31
Hirvatistan 31 35
Estonya 32 38
Şîlî 33 29
Kosta Rîka 34 33
DYA 35 34
Bahreyn 36 40
Katar 37 36
Maldîv 38 41
Lubnan 39 32
Polonya 40 39
Karadax 41
Bosna Hersek 42 42
Arnavutluk 43 50
Brunei 44 37
Slovakya 45 46
M.W.Ereb 46 43
Ûrugûay 47 45
Macaristan 48 52
Umman 49 58
Panama 50 49