logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Lêkolînek ligel kurdên li Berlînê: Sedî 92'yan got em bi kurdî diaxivin

Hefteya bihurî Yekmalê li paytexta Almanyayê Berlînê sempozyûmek ji bo zimanê dayikê bi navê “Pirengî û mafê pirzimaniyê

  • Dîrok: 26/02/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman Guldivê

Hefteya bihurî Yekmalê li paytexta Almanyayê Berlînê sempozyûmek ji bo zimanê dayikê bi navê “Pirengî û mafê pirzimaniyê li nava jiyana bajarê Berlînê” saz kir. Di dema sempozyûmê de zimanzan Mehmet Şerif Derince, encamên lêkolînekê eşkere kirin ku bi xwe jî encama hevpeyvînên bi 520 kurdên li Berlînê re bû. Pêr jî li zanîngeha Bielefeld bi hevkariya Kurd-AKAD, Yekîtiya Mamosteyên ji Kurdistanê (YMK) û Înstîtuya Kurd a Lêkolînê ya li Almanyayê konferanseke li ser heman armancê bi rê ve çû bi navê “Zimanê dayikê û pirzimanî: Aliyên pirfaktorî, zehmetî û derfet”. Di vê konferansê de jî Profesor Abdulrahman Gulbeyaz ê ku li Zanîngeha Nagazakî ya li Japonyayê dersdar e, mijara rexneya li akademiyê derxiste pêş.

Axir li Berlînê ya hat eşkerekirin, yekem car bû ku îdîayên lêkolînerên berî niha pûç dikirin. Ango ji sedî 92'yê van 520 kesan, got, ew di nava rojê de bi awayekî ji awayan bi kurdî dipeyivin. Wekî din dîsa ji sedî 92'yê van kesan got, ew amade ne zarokên xwe li dibistanên dewletê bişînin dersa kurdî. Ev jî nîşan dide ku nasnameya lêkolîneran bixwe tesîreke mezin li encamên lêkolînan dike. Nexasim jî lêkolînên ku bi komên mirovan re tên kirin ku têkiliyeke wan a bi sihet bi meydana fermî ya dewletan re nîn e, lêkolînên bi vî rengî divê bi dîqet bên xwendin û encamên wan jî li ber rohniya vê rastiyê bên nirxandin. Lewma gava memûrekî nifûsê yê tirk di salên 60´î de diçû malên kurdan, gelekan ji wan ji bo zimanê xwe yê dayikê gotibû tirkî ye. Gava lêkolînerên alman yan jî lêkolînerên ji zanîngehên fermî yên Almanyayê ku ne ji civakê xwe bixwe ne, û bi hesasiyet, tirs û trawmayên civakê nizanin, nikarin li ser mijarên eleqeya xwe bi van hesasiyet, tirs û trawmayan re heye lêkolînan bikin, heger bikin jî encamên çelexwarî wê derkevin holê.

Gava ku lêkolîna li ser zimanê dayikê bi destê saziyeke kurdî û kordînatorên lêkolînê yên kurd hat birêvebirin jî encam çawa ku bi vê lêkolîna li Berlînê derket holê ji sedî sed guhertî ne.

Heman rojê Prof. Dr. Katharina Brizic, bi navê “Minaqeşeyeke têgehî li ser jiyan û zimanên civakên koçberan li Ewropa/Almanya/Berlînê” pêşkêş kir û îşaret bi xwezayîbûna pirzimanîbûnê kir.

Pêr li Bielefeldê mijara piraniya gotaran li dora dersa zimanê kurdî li dibistanan li Almanyayê geriyabe jî, gotara Profesor Dr. Abdulrahman Gulbeyaz ê ji zanîngeha Nagazakî ya Japonyayê di gotara xwe de meseleya binavkirina asîmîlasyonê, têgeha wê û helwesta zanyaran di nav hev de nirxand, di peywenda qirkirina ziman de ew zelal kir û rexneyeke dijwar li akademîsyenên Almanyayê kir ku nihêrîna fermî û ya mainstream her û her dîsa diafirînin, lê nabin xwedî helwesteke exlaqî beramberî mijarê. Di vê çarçoveyê de binavkirina zimanê dayikê, bi têgeha rûniştî ya serwer jî Prof. Dr. Gulbeyaz red kir di heman peywendê de û got, Kurd jixwe li ber xwe didin, û têgeh û rêbaza wan di warê ziman de jî ev e; lê bêdengmayîna akademiya alman bermanberî kurdan û qirkirina wan (tunekirina zimanê wan û qetilkirina kesên bi zimanê kurdî dipeyivin) bi tundî rexne kir û pirsa bi tinazpêkirinê, “ma gelo li hemberî vê qirkirinê hûn ê tezên doktorayan binivîsin?” kir.

Encamên lêkolîna bi 520 kurdan re a li Berlînê, û gotara Prof. Dr. Gulbeyaz tiştekî bi bîra me dixin; her akademî ne akademî ye, encamên lêkolînên wê ne mutleq in, zanyar û lêkolîner bi têkilî, girêdan û nasnameyên xwe tesîrê li encamê lêkolînê dikin û bi ser halan de jî gelek akademiyên heyî wekî mekan veguherîne cihê avakirin û ji nû ve avakirina rewakirina neheqiyên siyasî, civakî û bêedaletiyan. Pê re jî ji bo akademîsyenan nîşandana helwestên exlaqî her diçe kêmtir dibe nexasim jî li Almanyayê. Van her du xisûsan careke din anî bîra min ku ji bo akademiyê alternatîfên cidî ku mekanên lêkolîna azad biafirînin hewce ne.    

25b02.2019, Yenî Ozgur Polîtîka


Têbiniya Diyarnameyê: Sernavê vê nivîsê "Zimanê dayikê û akademî" bû, me guhart.

Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

4 fîlmên vê hefteyê

ad

Lêkolînek muhîm: Çavkaniya dilşadiyê ne pere spor e

ad

Pirtûka nû ya Orhan Pamuk derdikeve

ad

Obama careke ji bo Serokdewletî hat hilbijartin

ad

Duhokspor derket fînala Lîga Şampiyonan

ad

Serok û Lijneya Rêveberî ya Weqfa Beşîkçî guherî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname