Diyarname
Yek ji derhênerên girîng a Tirkiyeyê jî Yeşîm Ustaoglu ye. Ew herî zêde bi fîlmê xwe "Guneşe Yolculuk" hat nasîn. Piştî 20 salan fîlmê wê "Guneşe Yolculuk" û fîlmên wê yên din li Îstanbul Modernê têne nîşandayîn.
Ustaoglu di sala 1999'an de fîlmê xwe "Guneşe Yolculuk" nîşan da û fîlmî gelek eleqe dît. Bi vî fîlmî wê li Festîvala fîlman a Stenbsolê Xelata Fîlmê Herî Serketî, Derhênera Herî Serketî, Xelata FIPRESCI û Xelata Temaşevanan girt. Her wiha Ustaoglu bi heman fîlmê xwe li Festîvala Fîlman a Berlînê Xelata Fîlmê Herî Serketî yê Ewropayê û Xelata Aştiyê girt. Piştî 20 salan Guneşe Yolculuk dê derveke pêşberî temaşevanan.
Ji bilî vî fîlmî ji belgefîlmên wê versiyona dirêj a "Sirtlarindaki Hayat" (2004) û "Dumanli Kentin Puslu Çocuklari" ku ji dîmenên piştpedeya fîlmê "Araf" tê dê Bêne nîşandayîn.
Ji kurtefÎlmên Ustaoglu yekem kurtefîlmê wê "Bir ani yakalamak" (1984), "Magnafantagna" (1987), "Duet" (1990), "Otel" (1992) jî di nav bernameyê de ne.
Ji fîlmên wê yên metrajdirê ji bilî "Guneşe Yolculuk" fîlmên wê "Îz" (1994), "Bulutlari Beklerken" (2004), "Pandoranin Kutusu", "Araf" û fîlmê wê yê dawî "Tereddut" (2016) jî di nav bernameyê de ne. Her w
Bernameya nîşandayîna fîlmên Ustaoglu di navbera 14-28'ê mehê de li Salona Îstanbul Modernê derdikevin pêşberî temaşevanan. Roja dawÎ yanê roja 28'ê mehê dê derhêner Ustaoglu jî di bernameyê de amade be û bersiva pirsên nivîskara sînemayê Muge Turan bide.
Ji bo kesên eleqedar:
Navnîşan: Taxa Asmalimescit, Kolana Meşrutiyet, No:99, 34430 Beyoglu/İstanbul