Amedsporî vê hefteyê Aramê Tîgranî bibîr tînin
Diyarname
Koma alîgir a Amed Sporê ya bi navê "Dîrenîþ" (Berxwedan) her hefte bi xebatek nû li stadê cihê xwe digire û hem piþtgiriya tîma Amed Sporê dike, hem mijaran tîne rojevê. Koma Alîgiran Dîrenîþ ragihand ku dê vê hefteyê Aramê Tîgran bibîr bînin û wisa got: "Emê vê hefteyê hoste Aramê Tîgran bibîr bînin, nas bikin, bidin jiyîn û bi vî awayî hefteyê temam bikin. Em ji bo hemû alîgirên me radigihînin."
Komê ji ser twittera xwe re ev biryara xwe ragihand û pêre jî gotina Aramê Tîgran a bi rengê "Ez carek din werim dinyayê tang, tifing, çek çiqas hebin ezê hemûyan bihelînim û jê tembûr, cumbuþ û zirneyan çêbikim" parve kir.
Amed Spor di hefteya 22'yan de li mala xwe dê Utaþ Uþaksporê bike mêvan.