Yeko Ardil
‘Hekîmo eger tu birîndarê mala bavê min sax kî!’
Zarokê li ber radyoyê, bênavber bi diya xwe ve lava dikir û digot: ‘Dayê dayê, çima radyoya me jî mîna yên mala mamên min û cîranan nabêje? Çima bêdeng e?
Dayîkê digot: ‘Kurê min radyoya me xerabe ye, nabêje. Dev jê berde!’
Lê lawik pîsera dayika xwe bernedida digot:‘Dayê radyo!’ û nema disekinî.
Bêtirî sê salan bû ku radyo girtî, mîna kevirekî lal li wir bû..
Piştî wê tofana bi ser wan de hatî, Şêxê şîn girêdabû û êdî li mala wan radyo venebibû. Wê êvarê jî li ber kilamên Karapêtê Xaço, Şeroyê Biro, Fatma Îsa û Mihemedê Mûsa mala wan şahî û şênik bûbû, li ber dengê Keremê Seyad ku digot: ‘Radiyoguhdarên hêja, Yêrîvan xeber dide!’ Dilê wan hênik bûbû.
Sibehê gava mêrê wê ji bo çûyîna kar ji malê derketibû, ji Şêxê re gotibû: ‘Bi xatirê te Şêxê, heqê xwe helal bike, dinya ye, bêbextî û xayîntî pir e.’ Li ser wan gotinan dilê Şêxê kiribû ku ji qefesa singê wê bipeke, lê wê kevirek danîbû ser dilê xwe û gotibû: ‘Xwedayê mezin li pişta te be!’
Êvarê gava Şêxê amadekariya şîvê dikir, ji nişkeve ew dengê kambax ji ser dirbê belav bûbû.
Ya rastî jî bi bêbextî xistibûn kemînê û gule lê reşandibûn. Mêrê bi sed mêran di destên wî de du zebeş, bê parastin û bê çek li wir hatibû kuştin. Ne duayên berbangê yên Şêxê, ne şeş bira û bi dehan birazî, ne jî eşîrên Norşênê têrî parastina wî nekiribûn.
Ya rast ji wê kêliyê û şûnde ew gule bi ber bejina Şêxê û her sê zarokên wê jî ketibûn. Êdî aliyekî Şêxê nizm û xwar mabû, ew bejna ku mîna werdekê dimeşiya û mirov hewes dikir lê binêre, êdî mîna dara spîndarê stûxwar lêhatibû. Gelek caran xwe ji bîr dikir, karê xwe, heta zarokên xwe jî ji bîr dikirin. Destê wê nediçû karek, ne nan, ne av ne jî pêdiviyên jiyanê dihatin bîra wê. Eger ne ji wan nimêj û îbadetan jî bûna, misoger wê yê tiştek bianiya serê xwe.
Di rojeke wisa tije dilgiranî de vêca lawikê piçûk ê yek salî libên fasuliyên hişk avêtibûn devê xwe û terka Şêxê kiribû. Ew canê nazik ê hîna mîna şîrê kelandî ji nav wan barkiribû.
Di guhên Şêxê de awaza wê bilûrê û ew strana mêrê wê pir jê hezdikir hebû:’Şêxa delal min go ev çi dar e, di hewşa we de,wele nava payizê pelên xwe weşandin, ax lê bi ser me de.’
Ya wê jî feleka xayîn hemû pel, dar û ber û dîwarên wê pişta xwe spartibûnê bi ser de gêr kiribûn.
Ji zewaca ewil jî xêr nedîbû, rastî bêbextiyekê hatibû û neçar mabû vegere mala bavê. Piştre hêvî kiribû ku miradê wê bi vî mêrî re pêkwere, lê ew jî bi karesateke wiha bi êş bi encam bûbû.
Lewra ji bo Şêxê, ne kilam, ne stran, ne radyo û ne jî şênikahiya li nav malê, lê bi tenê nimêj, niyaz û hêviya ku Xwedê belayê mezin bi ser neyarên wan de bîne, mabû.
Vê gavê lawik xwe kiribû benîşt, nema disekinî.
Şêxê jî zêde debar nekir û destek pîl stand, êdî lawik ji serê sibê heta êvarê ji ber radyoyê ranedibû, gelek caran li ber di xew re diçû.
Piştî salan jî gava wê kêliya destpêkê ya radyoyê danî bîra xwe, dengê Keremê Seyad dihat hişê wî. Piştre ew bilûr, ew bilûra ku bûbû sedemê hîskehîska Şêxê, dûvre xwîşka wî û hersê bi hev re bi orîn û bi law-law giriyabûn. Lawik nema dizanîbû çi bêje? Radyoya ku di her malê de sedemê dilşadiyê bû, li mala wan vegeriyabû şîn û girînê.
Ew bilûr, ew bilûra ku xwe berdida kûrahiya dilî, wê demê hinde jî lê tesîr nekiribû, lê Şêxê dikir ku sîngê xwe qul bike. Bilûr nedisekînî, mîna ku ji girîna wan dilşad dibû: ‘Aliyekî cegera min sax maye, xera meke, li min li min!’
Piştî salên dirêj baş têgihişt ku çima radyoya Şêxê sê sal lal mabû û wê kêliyê li ber dengê wê bilûrê çima pora serê xwe rûçikand. Lewra dengê bilûra Egîdê Cimo yê radyoya Erîvanê tevli birîna Şêxê dibû, disot û dikewand.
Dem hat, lawik êdî mirovekî navsere bû. Ji nişkeve ew dengê bilûra tije şewat li ber guhên wî ket û bêjerê tv yê bi kelegirî got: ‘Mîrê Bilûrê, Egîtê Cimo ji nav me koç kir!.’
Bi lez çû ber tv yê, mîna tevli ayîneke pîroz bibe, serê xwe nizm kir, bejna xwe tewand û got: ‘Deng, newa û awazên herî xweşik ên gerdûnê tim li ber guh û giyanê te bin Mîro!…’
09.02.2019, Yenî Ozgur Polîtîka
**
Foto: Mehmet Masut Suer