Diyarname
Strana Koma Berxwedan "Bihuşta Cîhanê" niha straneke kevn e û niha bi diziyê kete rojevê. Yê ku dizî kiriye Mustafa Yildizdogan e, yê ku aniye rojevê fenomenê twitterê Serhad Eyalet Lordu ye.
Piştî ku di şahiya danasîna berendamên MHP'ê de Mustafa Yildizdogan rabû strana ku amade kiribû got, Lord ji ser twitterê re îdîa kir ku ev stran ji strana Koma Berxwedan "Bihuşta Cîhanê" ku di sala 1991'ê de di albuma xwe de weşandibûn hatiye girtin. Lord pişê strana Yildizdogan û dûre jî ya Koma Berxwedan pêşkêş kir.
Em jî vê îdîaya Serhad Eyalet Lordu tînin rojevê û strana Koma Berxwedan wekî klîba hefteyê pêşkêşÎ we dikin. Berî guhdarîkirinê em çend gotin jî li ser albumê bêjin: Ev albuma Koma Berxwedan li Ewropayê bi navê "Amed" hat amadekirin û di sala 1991'ê de hat weşandin. Album li Tirkiyeyê jî ji aliyê Kom Muzîkê ve hat weşandin. Yên bixwazin li Tirkiyeyê ji Kom Muzî, li Ewropayê jî ji Mîr Muzîk û her wiha li ser platformên dîtîjal dikarin peyda bikin. Di albumê li dor 10 stranan cih digiri.
Fermo: