Diyarname
Fîlmê derhêner Şerîf Goren ê bi navê "On Kadin" (Deh Jin) ku di sala 1987'an de kişandibû niha ji aliyê ÎKSV'ê ve hat restorekirin û bi awayê restorekirî dê di Festîvala Fîlman a Stenbolê de bê nîşandayîn.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 5-16'ê avrêlê de li dar dikeve. Festîvala ku ji aliyê İKSV'ê ve tê lidarxistin her sal fîlmekî kevn ê ji sînemaya Tirkiyeyê restore dike û nîşan dide. Îsal fîlmê Goren "On Kadin" bi piştgiriya Zurich Sîgorta restore kirine û dê di festîvalê beşa "Ji duh heta îro klasîkên tirk" de nîşan bidin.
Senaryoya fîlm ji aliyê Huseyîn Kuzu ve hatiye nivîsandin. Fîlm, di dinyaya ku mêr serdest in de portreyên 10 jinên dikin li ser lingan bimînin nîşan dide. Ya balkêş her 10 rol jî ji aliyê lîstikvan Turkan Şoreş ve hatine lîstin.
Di fîlmê "Deh Jin" de çîrokên jinên cur bi cur wekî rojnameger, dê-keç, femînîst, bûk, jina gundî ku her yek beşek ji civakê de pêşkêş dike.
Li gel 9 rolên ku Turkan Şoray girtine ser milên xwe, di rolên din lîstikvanên wekî Erdal Ozyagcilar, Songul Ulku, Bilal İnci, Hale Akinli, Asuman Arsan, Oktay Sozbir, Yavuzer Çetinkaya, Sukan Kahraman, Bora Ayanoglu, Şule Yaşar, Nizam Erguden, Selma Tarcan, Orhan Alkaya, Gulsen Tuncer hene.
Her wiha festîval îsal Xelata Serketina Di Hemû Jiyanê de dide derhêner Şerîf Goren.
**
Nûçeya Eleqeodar:
- Fîlmên Kubrick li Stenbolê dê bêne nîşandayîn
- Festîvala Stenbolê Xelatgirên Sînemayê eşkere kirin
- Serîlêdanên ji bo Festîvala Stenbolê dest pê kirin
****
REKLAM:
Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin...