Diyarname
Bernameya meha reşemî ya Şa Performansê diyar bû. Di nav bernameyê de nîşandayîna çend belgefîlman, lîstikên şanoyê û gotûbêj hene.
Şa Performans li Beyogluya Stenbolê xebatên xwe yên çandî didomîne. Niha bernameya xwe ya meha reşemiyê eşkere kir. Di nav bernameya me nîşandayîna çar belgefîlman hene: "Rewşen"(Derhêner Cemil Oguz), "Çinara Spî" (Derhêner Kazim Oz), "Bîra Mi Têtin" (Derhêner Selim Yildiz) û "Berxwedana 33 Salan Dayika Berfo" (Derhêner Veysi Altay). Piştî nîşandayÎna belgefîlman ligel derhenêren belgefîlman dê gotûbêj li dar bikeve.
Dîsa di nav bernameyê de lîstika çend şanoya yên bi navê "Ji Akaderiyê Re Rapore", "Bêrû", "Kirêciyê Nû" û "Mirzayê Biçûk" hene. Ji bilî van stand-apek bi kurdî "Dawiya Dawî" û lîstikek jî bi bi tirkî heye: "Ses" (Deng).
Şa Performansê ji bo gotûbêjan jî du xebat xistine nava bernameyê xwe: Yek jê ji bo Roja Zimanê Kurdî ye ku bi navê "Roja Zimên û Çîrokên Kurdî" amade kirine ku zimanzan Zana Farqînî nivîskar Erol Şaybak dê wekî axifger têde cih bigirin. Gotûbêja din jî bi navê "Blog û Blogerî" ye ku Mewlud Oguz û Azîz Tekîn wekî axifger beşdar dibin.
Ji bo yên bixwazin beşdar bibin û ji bo têkilî:
Şa Performans, Taxa Şehit Muhtar, Kuçeya Nane, No: 5 Taksîm, Tel: 0534 334 7221