Diyarname
Festîvala Fîlman a Stenbolê serok û endamên juriya Pêşbaziya Neteweyî eşkere kir. Li gor daxuyaniya ÎKSV'ê ku ew festîvalê li dar dixin îsal dê derhêner, nivîskar û senarîst Umît Unal serokatiya juriya Pêşbaziya Neteweyî bike.
38'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî di navbera 5-16'ê avrêlê de li dar dikeve. Ji bo Pêşbaziya Neteweyî endamên juriyê hatin eşkere kirin. Ji bo serokatî Unal û ji bo endamtiya juriyê jî navê van kesan hatin eşkere kirin: lîstikvan Derya Alabora, lîstikvan Alican Yücesoy, derhênerê dîmenê yê dîtbarî û nivîskar senarîst Gaye Boralioglu.
Ji bo ji Tirkiyeyê fîlmên xwe bixwazin beşdarî Pêşbaziya Neteweyî bibin divê heta 25'ê mehê berhemên xwe bigihînin ber destên amadekaran.
Di Pêşbaziya Neteweyî de Xelata Laleya Zêrîn ya Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî, Xelata Juriyê ya Taybet, Lîstikvana/ê Herî Serketî, Senaryo, derhênerê dîmenê, vesazkirin û muzîka herî serkekî bi giştî di 9 waran de xelat dê bê dayîn
Ji bo Xelata Laleya Zêrîn a Fîlmê Herî Serketî dê 150 hezar TL pere wekî xelat bidin. Fîlmê ku Xelata Taybet a Juriyê ya Onat Kutlar bigire dê 50 hezar TL pere, lîstikvana herî serketî û lîstikvanê herî serketî jî her yek dê 10 hezar TL pere bigire. Her wiha Anadolu Efes jî dê 50 hezar TL xelatê bide Derhênerê Herî Serketî
Her wiha Anadolu Efes 5 hezar TL pere xelatê dide kurtefîlmê herî serketî û 30 hezar jî Bernameya Work a di çarçoveya Hevdîtinên Li Ser Pir li dar dikevin de.
**
Nûçeya Eleqeodar:
- Fîlmên Kubrick li Stenbolê dê bêne nîşandayîn