Diyarname
Berendamên 91'emîn Xelatên Oscarê îsal roja 22'yê vê mehê diyar dibin. Ji bo eşkerekirina berendaman Akademiya Zanist û Hunera Sînemayê ya Amerîkayê dê merasimek li dar bixe. Pêşkêşvaniya merasimê dê lîstikvan Kumail Nanjiani (Di "The Big Sick", "Newala Sîlîkonê" de lîstibû) û lîstikvana rêzefîlman Tracee Ellis Ross (di rêzefîlmên "Girtlfriends", "Blackish", "Reed Between" de lîstibû) bike.
91'emîn Xelatên Oscarê êvara 24'ê reşemiyê dê bêne belavkirin. Hê jî dê di şevê de kî pêşkêşvanî bike diyar nebûye.