Qamişlo
Li ser hevdîtinên di navbera rêveberiya xweser û rejima Sûriyeyê de belgeyek ku têde 10 xal hene hat belavkirin. Di belgeyê de xalên li ser parastin, perwerdehî, dîplomasî û parvekirina çavkaniyên sererd û binerdê jî hene.
Hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rejîma Sûriyeyê van mehên dawî zêdetir bûbûn. Heta niha tu encam nehatiye eşkere kirin. lê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) belgeyek ku têde xalên li ser rêveberiya herêmê hene weşand. Li gor ajansê Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyê ev xal pêşkêşi Şamê Kirine:
1-Yekitiya axa Sûriyeyê.
2-Sîstema Sûriyeyê dê sîstemeke komarî ya demokratîk be û rêveberiyên xweser jî beşek ji vê sîstemê ne.
3-Dê nûnerên rêveberiya xweser di parlemantoya navendî ya li Şamê de hebin.
4-Li kêleka ala Sûriyeyê dê alên rêveberiyên xweser jî hebin.
5-Xebatên dîplomasiyê li herêmên rêveberiyên xweser bi awayê ku ne li dijî berjewendiyên gelên Sûriyeyê û ne li dijî destûra bingehîn bin, bêne birêvebirin.
6-Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) beşek ji artêşa Sûriyeyê ye û ew berpirsê parastina sînorên Sûriyeyê ne.
7-Hêzên Ewlehiya Hundirîn li herêmên rêveberiyên xweser, bêyî ku li dijî Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bin dê girêdayî meclisên herêmî bixebitin.
8-Li herêmên rêveberiyên xweser zimanê dayikê weke zimanê perwerdeyê ye û zimanê fermî yê Sûriyeyê jî erebî ye.
9-Li herêmên rêveberiyên xweser li fakulteyên dîrok, çand, ziman û wêje û beşên girêdayî wan, zimanê perwerdeyê dê zimanê herêmî bin.
10-Xêr û bêrên (dewlemendî) Sûriyeyê bi awayekî adilane dê li herêman bên belavkirin.