Diyarname
Partiya Kedê (EMEP) li ser hilbijartina 31'ê adara 2019'an dê çi bike rewşa xwe zelal kir. EMEP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî helwesta xwe eşkere kir û wisa got: "Li herêmên ku şaredarên hatibûn hilbijartin ji peywer hatine girtin û kayûm şandine wir emê piştgiriya HDP'ê bikin ku ew şaredarî bi paş ve bêne girtin. Li herêmên din bi qasî ku li hev bikin ligel HDP'ê emê bikevin hilbijartinê."
EMEP'ê diyar kir ku li herêmên din li gor hebûna hêza ked û demokrasiyê, li gor jîrbûn û hêza xwe ewê tevbigerin û wisa got: "Li gor vê yekê, her çiqas nehiştibin partiya me bikevi hilbijartinê jî li her derê ku hevkariya ked û demokrasiyê hatibe sazkirin emê li gor wê tevbigerin, di bin banê hevgirtinê de cih bigirin. Li cihên ku li ser hevkariya xurtkirinê li hev nehatibe kirin emê bi berendamên serbixwe bikevin hilbijartinê."
EMEP'ê di daxuyaniyê de got ku ji bo îtîfaqa yek mirovî deng nîn e, em li dor têkoşîna ji bo ked û azadiyê li hev bicivin.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya Tirkiyeyê navê 13 partiyên ku dê bikaribin beşdarî hilbijartinê bibin eşkere kiribû lê EMEP nexistibû navê. Li ser îtîraza EMEP'ê jî dîsa ew nexistibûn nava partiyên dikevin hilbijartinê. EMEP'ê li ser vê yekê jî got ku ligel wan li 41 bajaran rêxistina xwe çêkiriye jî bi awayekî kêfî ew nexistine hilbijartinê.