logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Agahiyên li ser rojrameger Serdeşt Osman ê hat kuştin

Ji roja ku hate revandin, heta kuştin û heta îro agahiyên li ser xwendekarê kurd Serdeşt Osman:

  • Dîrok: 08/05/2010
  • Beş: Çapemenî

Diyarname
Ji roja ku hate revandin, heta kuştin û heta îro agahiyên li ser xwendekarê kurd Serdeşt Osman:

Xwendekarê Kojela Ziman Zanîngeha Selahedînê yê bi navê Serdeşt Osman roja 4'ê vê mehê ji aliyê kesên nenas ve hat revandin. Serdeşt Osman di zanîngehê de beşa îngilîzî dixwend. Ew di heman demê de du sal bûn ku karê rojnamegerî dikir. Serdeşt Osman di rojnameya Aştînameya Bizava Demokratîk ya Gelê Kurdistanê de kar dikir.

Rojek dûre (05.05.2010) hevalên wî û xwendekarên zanîngehê çalakî li dar xistin ku ew bê dîtin.

Heman rojê malpera Pukmedia'yê bi hêzên ewlehî yên Hewlêrê rewşa Serdeşt Osman pirsî lê wan ragihand ku haya wan jê nîn e.

Termênê rojnameger Serdeşt Osman di roja 06.05.2010'an de li Misûlê hate dîtin.

Cenazeya Osman roja 6'ê mehê li goristana li Hewrêlê hate binaxkirin.

Roja 7'ê mehê rojnamegerên kurd ên li Silêmaniyê ji hikumetê xwest ku li ser bûyerê bisekine û kujeran derxe holê.

7'ê mehê Komîteya Parastina Azadiya Rojnamegeriyê û Mafê Rojnamegeran li Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê, derbarê revandin û kuştina rojnameger Serdeşt Osman, belavokek belav kir û tê de kuştina Osman bi dijwarî şermezar kir.
Di belavokê de wisa hate gotin: "Em wekî Komîteya Parastina Azadiya Rojnamegeriyê û Mafê Rojnamegeran, vî karî bi dijwarî şermezar dikin daxwazê ji wezareta navxwe dikin ku bilez bidûvdaçûn ji bo vî karî tirsnak û li dijî mirovayiyê bike û tawanbarên vî karî bibîne û cezayê qanûnî li wan bibire çimkî karê ku hatiye pêkanîn ji bo azadî û mafên mirovan metirsî ye û gef li asayîş û îstîqrara herêma Kurdistanê dixwe.”

Her wiha di belavokê de hate gotin: "Em raya haydar dikin ku ji bo bidûvdaçûna vê arîşeyê komîteyeke me têkilî bi birêz wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê daniye û wezîrê navxwe jî ji me re got emê ji bo dîtina tawanbarên vê bûyerê tiştê ku ji destê me bê bikin.”

Derheqê revandin û kuştina rojnameger û xwendekar Serdeşt Osman de, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyanî da û got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî revandin û şehîdkirina rojnamevan û xwendekarê zanîngehê Serdeşt Osman dike ku 4’ê vê mehê ji aliyê kesên nenas ve li bajarê Hewlêrê hate revandin û piştî du rojan jî termê wî li Mûsilê hate dîtin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne ku şehîdkirina Serdeşt Osman tawaneke mezin e, mebesta sereke ya wî karî hovane êrîşkirina ewlekariya Herêmê û êrîşkirina jiyan û azadiya xelkê ye. Lewra aliyên ewlekariyê yên pêwendîdar li ser aşkerekirina wê bûyerê dixebitin, ji bo ku tawanbar bên dîtin û cezakirin zanyariyan kom dikin û bi hûrî bi dûv de diçin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê bingehê xwe bi parêzer û berpirsê jiyan û selamatiya welatiyan dizane û wek erka ser mile xwe dizane ku bi mebesta rêgirtin li tawan û cezakirina tawanbaran hemû tedbîrên yasayî bigire."

Di roja 8'ê mehê rojnameger Keywan Estere di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de nûçeyeke li ser kuştina Serdeşt Osman weşand û di nûçeyê de wisa hate gotin: "Osman nûçeyên ku malbata Barzanî û hikumeta kurd rexne dikir dinivîsand. Li ber zanîngehan ku Pêşmerge parêzvaniya wê dikin de Serdeşt Osman hatiye revandin. Wê demê xetên telefonê hatibûn birîn, heta Misûlê li ser rê hemû qontrol derbas kirine, ev yek jî şikê dibe ser Ajansa Parastinê ku Mansûr Barzanî berpirsêwê ye."

Di nûçeya ANF'ê de birê Osman Serdar Osman wisa gotiye: "Min birê xwe bi erebeyê bir ber zanîngehê. Dema ew revandin min ew nedît. Lê li ber deriyê zanîngehê gelek pêşmerge ji bo parastinê hebûn."
Her wiha Osman gotiye ku birê wî gelek caran hatiye tehdîdkirin.

Di nûçeya ANF'ê de li ser 10 xalan bal hatişe kişandin û ji wan xala herî balkêş jî ev e: "Serdeşt Osman direvînin û heta Misûlê dibin. Di navbera Hewlêr û Misûlê de herî hindik 10 cihên lêgerînê hene. Tu erebeyeke bêyî li van deran bisekine nikare here. Li ser rê ne tenê lêpirsina leşkerên kurd, di heman demê de leşkerên Iraq û yên DYA'yê jî qontrolê dikin. Kesên çekdar ku Osman revandine çawa ji van deran serbest çûye û gihaye Misûlê?"

Serdeşt Osman, digel rojnameya Aştiname, di malperên wekî sbeiy.com, awene.com, hawlati.info û lvinpress.com de bi navê Deştî Osman nivîs dinivîsand. Wî herî dawî di Samal Post ku li Hewlêrê derdiket de kar diki

Diyarname - ANF - Pukmedia.com/kurdi

Parve Bike

Youtube Me
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

news
  • 27 05 2026

Kovara Rewşenbîr bi hejmara nû hat

news
  • 21 05 2026

Kovara ‘Kurt Tarîhî’ hejmara xwe ya nû derxist

news
  • 21 05 2026

Ji gelek aliyan ve ‘Kurdên Anatoliya Navîn’

news
  • 13 05 2026

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

news
  • 27 04 2026

Spotify wê 1400 heb vîdeoyên egzersîzê belav bike

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Topun Paşa' wergerandin çînî

ad

Duh-Îro: Bi wêneyan Heleb

ad

Şerê tumoran û kemoterapiyê

ad

Mithat Sancar: Civîna me hebû, qetlîam hatiye plankirin

ad

Peymana aştiyê îmze kirin, FARC dibe partiya siyayî û dikeve meclisê

ad

Nîv fînalîstên pêşî diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname