Amed
Ji bo hilbijartina herêmî û hevkariya piştî wê 7 partiyên kurd hatin ba hev û deklerasyona hevpar eşkere kirin.
Ji bo vê yekê li Amedê bi beşdariya nûnerên partiyan daxuyanî hat dayîn.
HDP, Tevgera Azadî, DBP, DDKD, Partiya Mirov û Azadiyan (PMA), Partiya Komunîsta Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK) ûPDK-T bi hev re îtîfaq çêkirin.
Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temelli, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan, Hevberdeka HDK'ê Gullistan Kiliç Koçyigit, Serokê Giştî yê PDK-T'yê Mehmet Emin Kardaş, Berdevkê Tevgera Azadî Ayetullah Aşîtî, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sinan Çiftyurek, Sekretera Giştî yê DDKD'yê Nesrin Asgar, Serokê PMA'yê Mehmet Kamaç, xwişka Mazlum Dogan Serap Dogan, Dayikên Robozkiyê, rewşenbîr û nivîskarên kurd jî di nav de bi sedan kes amade bûn.
Li salonê pankarta li ser "Dest bidin hev welat li benda me ye" hat daliqandin. Bucak kurdiya daxuyaniyê, Buldan jî tirkiya wê xwend. Hevseroka HDP'ê got ku di vê roja xweş û bi wate de ez sipasiya we hemûyan dikim û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Buldan got ku yekîtiya neteweyî ji bo gelê me deynê me ye, ji Qazî Mihemed, heta Mele Mistefa Barzanî, Mazlum Dogan, heta Vedat Aydin ji bo her kesî deynê me ye, ev deynê me ye ji bo mîrateya ku wan ji bo me hiştiye. Buldan wisa got: "Xwedîlêderketina vê mîrateyê peywira me ye. Vaye ji bo vê yekê em îro li vir in."
Di metna deklerasyonê de hat gotin ku ew di hilbijartina herêmî de îtîfaqê dikin û di bin banê HDP'ê de dikevin hilibjartinê, li hemberî "îtîfaqa komarê" ku ev yek ji bo têkbirina kurdan e em jî "bi îtîfaqa Kurdistanî, bila gelê me bi ser bikeve, îtîfaqa me bi ser bikeve, em kurd bi ser bikevin" dikevin hilbijartinê.
Hat gotin ku ew hêvî dikin ev yek dê gavên hevkariya demokratîk a neteweyî pêş bixe, ev îtîfaq bi hilbijartina herêmÎ bi sînor be jî dixwazin vê pêşvetir bibin.
Di xalek din a îtîfaqê de wisa hat gotin: "Ya herî girîng mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, daxwaza demokrasiyê ya gelê me ye ku ev daxwazên sereke ne. Ligel van li şaredariyan ligel rawesta neteweyî ya demokratîk, ji bo gelê me li herêmê emê xizmetê bikin. Ev yek daxwazên me yên hevpar in."
Di metnê de hat gotin ku partiyên kurdan ên beşdarî îtîfaqê nebûne ew wekî mafê wan ê demokratîk dibînin lê heta 31'ê adarê ji bo ew jî bikevin nava vê îtîfaqê ewê banga xwe bidomînin."
Demîrtaşî name şand
Di vê navberê de Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş ku li Edîrneyê girtî ye, nameyek şand ji bo îtîfaqê. Name ji aliyê Mebûsa HDP'ê ya Amedê Dersim Dag ve hat xwendin. Demîrtaşî ji bo îtîfaqê ew pîroz kirin û bang li gel kir ku ji 7 heta 70 salî her kes li dor vê îtîfaqê bicive.
Foto: Ajansa Mezopotamyayê