Serkan Birûsk
Wexteke dirêj Swêd wek navendeke nivîskarî û rewşenbîrî di nava Kurdan de gelek dihate gûftûgokirin. Bi taybetî Kurdên ku bala wan li ser xwendin û nivîsandina bi Kurdî bû, dixwestin ji derfetên Swêdê sûdmend bibin. Birastî jî li vî welatê Skandînaviyayê Kurdên ji her çar parçeyan zimanê Kurdî wek zimanê hevbeş ê siyasî, civakî û rewşenbîriyê bikar anîye. Ev heta îro jî wilo ye. Bi taybetî Kurmancî û Soranî di warê têgihiştinê de gelek li hev nêzîk bûne û heta ji bo me gelek kesan êdî bûne wek yek devokê. Têkilavbûna her du zaravayan bêhtir di warê axaftinê de ye. Bikaranîna alfabeyên cuda mixabin destê van her du zaravayan ji hev diqetîne û nahêle bi yek bin.
Heger em careke din li Swêd û dewra wê ya ji bo ziman vegerin, em ê bibînin ku li Swêdê gelek rojname, kovar, pirtûkên lêkolînî û yên wêjeyî bi taybetî di dawiya salên heyştêyî û heta salên destpêkê yên du hezarî de dihatin çapkirin û belavkirin. Ji bilî alîkariya wezareta çandê ya Swêdê ya aborî ku dida nivîskar û çapxaneyan, berhemên bi Kurdî ji aliyê Kurdên Swêdê û yên li derveyî wê ve dihatin xwendin. Lê bi taybetî li Swêdê xwendevaniyeke têra xwe baş û rexnegir jî hebû. Loma jî gelek nivîskarên Kurd ji hemû beşên Kurdistanê dihatin Swêdê û dixwestin ji vê atmosfera destdêr a çandî sûdmend bibin.
Heger em berepaş di nava salan de herin û xwe bigîhin salên 60-70 em ê bibînin ku cara pêşî Fîniyên ku bi girseyî li Swêdê dijîn mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bikar anîne û dûre ber bi van salên îroyî de jî gelek miletên din ji vî mafê fêde dîtine. Yanî hê berî ku kurd bi girseyî bêna Swêdê mafê perwerda bi zimanê dayikê li Swêdê ji bo hemû zimanan bi fermî hatibû naskirin. Piştî ku Kurd hatin vî welatî wan jî wek hemû gelên din ji vê derfetê fêde kir û zarokên xwe şandin dibistanan.
Hebûna mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi xwe re pêwistiya bi mamosteyan û alavên perwerdê jî deranî holê. Loma jî mamoste hatin perwerdekirin û mamosteyên perwerdekirî û nivîskaran li gorî derfetên xwe pirtûkên dersê amade kirin. Ku îro di vî warî de têra xwe berhemên xwemalî û yên wergerandî di pirtûkxana Kurdî de hene.
Esas mebesta min ji vê nivîsê ne ew e ku ez behsa avahîsaziya perwerda bi Kurdî û rola mamoste û nivîskaran bikim. Ji vê zêdetir ez dixwazim li ser vê rawestim; ka perwerda bi zimanê zikmakî di nava van sîh salan de fêkiyên çawa da û ev tovên hene, dikarin di demên pêş de bibin tovjînên bêrdar?
Ji bo em karibin li ser vê meselê rawestin, ez ê ji pirtûka berhevkarî ya mamoste Îhsan Espar sûdê bigirin. Espar şaîrekî hêja yê zarava zazakî ye. Wî hemû nivîsên şagirtên xwe yên dibistanê yên di navbera salên 2000 heta 2016´an de hatine nivîsin bi awayekî dijîtalî hilanî ye û dûre bi alîkariya weşanxaneya APEC bi navê “Nivîsên xwendekaran – ji dersên kurdî- 2017 li Stockholmê” weşandiye.
Heger hûn jî wek min ne bêsebir bin û hema yekser derbasî xwendina nivîsên portreyî, novel, hevpeyvîn, danasîna pirtûkan, name û gernameyên ciwanan nebin, hûn ê ji lêkolîna mamote Espar a li ser rol û fonksiyona ziman, sîstema perwerdê ya ji bo zimanê zikmakî, têkiliyên zimanê pirranî û hindikayiyê, rewşa xwendekarên zimanê zikmakî û ji aliyê bikaranîna zimanê zikmakî ve danberheva keçeke Kurd û yeka Yewnanî bi balkêşî bixwînin. Ji ber vê, ez dibêjim; hûn hûn bin wek min lezê li pirtûkê nekin û ji berê ve bi pirtûkê ve herin.
Dema mirov nivîsan dixwîne û li resmên rengîn ên ciwanan dinêre, yekser ji bo mirov diyar dibe ku pênûsa keçan pişt li ya xortan şikenandiye. Di hemû cure nivîsan de serdestiya keçan gelek diyar xuya dike. Ez ne şaş bim ji sedî heftêyê metnan ji aliyê keçan ve hatine nivîsîn. Hejmara keçan 42 lê ya kuran 28 e.
Di warê bikaranîna ziman a ji aliyê ciwanan ve mirov li kurdîyeke devokî ya ku di nava malê de tê bikaranîn rast tê. Rengê hemû devokan mîna gul û kulîlkên ji deverên Behdîna, Rojava, Botan û deverên din xwe di nava hevokên wan de diyar dikin. Ciwanan mijarên cuda yên wek dijberî, nijadperestî, tenêbûnî, bêrîkirin, zewaca Kurdan a klasîk û hwd di nivîsên xwe de bi kar anîne. Jixwe, di beşa hevpeyvînan de keçan bê tirs pirs ji dayik û bavên xwe kirine.
Îro pirraniya van ciwanan di zanîngehan de dixwînin, hinek ji wan dibistanên bilind qedandine û hinek ji wan jî di karên cuda de kar dikin. Lê ev ciwan hemû dikarin bi Kurdî li ser karê xwe binivîsin, biaxivin û zimanê dayikê dewlemd bikin, lê nebûna statuyeke fermî ya li Ewrûpa pêşiya wan digire, bi hêviya ku rojekê berî ya din di serî de li Rojava û dûre Bakur statûyeke siyasî çê bibe û ev ciwanên me bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta çand, wêje, zanist û siyaseta welatê xwe bikin.
04.01.2018, Yenî Ozgur Polîtîka