Diyarname
Di sala 2018’an de 232 pirtûkên bi kurdî derketine. Meraq ev e ku ev û yên ku berî van derketine îsal çiqas hatine firotine, di rêza yekemîn de kîjan pirtûk heye? Bersiva vê yekê dî nîşan bide ku pirtûkên kurdî çiqas têne firotin? Rewş çi ye?
Ji bo vê yekê me serî li pirtukakurdi.com da ku ew ji ser înternetê re ji bo her derê pirtûkan dişînin, difroşin.
Li gor agahiyên ku me ji Kordînatorê Pirtûkakurdî Bawer Berşev girtin îsal herî zêde pirtûka Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê “Hînker Asta 1” hatiye firotin. Hînker ku wekî pirtûkek dersê ye li dor 300 hebî hatiye firotin. Piştî wê “Janya” ya Rênas Jiyan tê û “Şivanê Kurmanca” (Erebê Şemo) ketiye rêza sêyem. Berşev diyar dike ku pirtûkên ku yek bi yek hatine firotin di nav lîsteyê de cih girtine, yên ku bi awayê komî (pir, bi carek de) ji wan hatiye xwestin ew nexistine nav lîsteyê.
Li gor pirtûka kurdî vane 10 pirtûkên ku îsal herî zêde hatine firotin:
1- Hînker Asta 1 / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
2- Janya / Rênas Jiyan / Weşên Belkî
3- Şivanê Kurmanca / Ereb Şemo / Weşên Lîs
4- Hinara Dawî ya Dinyayê / Bextiyar Elî / Weşên Avesta
5- Leqat / Receb Dildar / Weşên Dara
6- Keştiya Bayê / Selim Temo / Weşên Dara
7- Ferhenga Navîncî / Zana Farqînî / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
8- Kobanî / Jan Dost / Weşanên Dara
9- Rêzimana Kurmancî / Samî Tan / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
10- Wehşê Di Hundirê Min de / Helîm Yusiv/ Weşên Peywend
10- Hînker Asta 2 / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Wekî têbinî, ji ber ku “Wehşê Di Hundirê Min” de û “Hînker Asta 2”yem bi qasî hev hatine firotin her du jî xistine rêza 10’an.
**
Li ser 2018'an ên ku derketine pêş:
- 2018: Hemû pirtûkên bi kurdî yên ku îsal derketine
- 2018: 10 nûçeyên di Diyarnameyê de herî zêde hatine xwendin
- 2018: Kurdên me yên ku xatir xwestin
- 2018: Sporkarên herî zêde pere kar kirin
- 2018: UEFA'yê tîmên herî mezin eşkere kirin
- 2018: Di qada navneteweyî de kurdan xelat dan hev
- 2018: DVD'yên van fîlman îsal herî zêde hatine firotin
- 2018: 10 dewlemendên amerîkayê, di nav de nivîskar jî hene
- 2018: Hunermendên ku îsal herî zêde bilêtên wan hatine firotin
- 2018: Ji aliyê IMDb'ê ve 10 fîlmên salê
- 2018: Li Tirkiyeyê pirtûkên ku herî zêde hatine firotin
- 2018: 10 rêzefîlmên herî serketî
- 2018: Stranên ku herî zêde lê hatine guhdarîkirin
- 2018: Muzîkarên ku herî zêde pere kar kirine
***
REKLAM:
Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin...