Fêrgîn Melîk Aykoç
Mijarên rêzimanan wer zû çareser nabin, di zimanê me de jî hin tişt hene, hê baş zelalnebûne, hin tişt jî di siya devokan de mane. Tiştên herî xirab jî em tev de bi zimanê biyaniyan fêrê têgîn û hemanên rêziman bûne. Gava mirov li xebatên kesên, bi erebî, tirkî, yan jî zimaneke ewropî xwendî dinêre vê rastiyê bê kêmasî dibîne. Yên li ser ziman dixebitin, kî bi çi zimanî xwendibe, têgîn û hemanên rêzimana wî zimanî bingeh digire, ev jî me dibe encamên cuda, bi taybet jî şaşiyan. Mînak ên li Tirkiyeyê xwendine, di rêzimana kurdî de li form û hemanên li gor rezimana zimanê tirkî digerin. Hewl didin zimanê kurdî jî li ser hemanên tirkî bidin rûniştin. Her wisa di warê têgînan de jî.
Ev bi serê xwe pirsgirêkeke taybet e. Ez ê îro jî mijara lêkereke kurdî, di bikaranînê de erkên wê yên di ziman de û li gor herêman cuda bikaranîna wê vekim. Ango lêkera “lîstin”ê. Ev lêker li hin deveran wekî “leyistin” jî tê bikaranîn. Dîsa ev lêker li hin herêmên Kurdistanê (Serhed, Dêrsim) wekî lêkereke têper (gerguhêz) li hin herêman jî bi awayê lêkereke têneper, ango negerguhêz tê bikaranîn. Ev bi awayekî xwezayî di warê rastnivîsê û redekteyê de jî carinan dibe pirsgirêk, em hinekî jî mijara vê lêkerê vekin.
Lêkera lîstin/ leyîstin di hin zimanên Îndo – Ewropî de lêkereke negerguhêz e, di hinan de gerguhêz e. Wekî mînak; di zimanê almanî de (spielen) wekî lêkereke gerguhêz tê bikaranîn. Lê di zimanê fransî (jouer) de lêkereke negerguhêz e. Em berê mijara gerguhêz û ne gerguhêz çi ne piçek jî be, bînin bîra xwînêran.
Mirov dikane bi awayekî hêsan lêkerên gerguhêz wiha şirove bike: Lêkerên bi bireser (obje), lêkerên bandora wan li bireserî dibe, yan jî karlêka kar û kirina wan derbasî bireserê dibe. Wekî mînak: “Ez nanan dixwim!” Formên wan ên pasîf hene, “Nan tê xwarin.” Di kurdî de şiroveya hê hêsantir jî ev e; lêkerên ku dema wan a borî bi cinavên tewandî (min, te, wî, wê, me, we, wan) tên kesandin. Her wisa bersiva pirsên “kê” û “çi” didin re lêkerên gerguhêz dibêjin.
Lêkerên negerguhêz bê bireser in, bandora wan tenê li kirdeyê dibe, yan jî kirdeyê dike nava tevgerê, formên wan ê pasîv tune. Mînak: Alan diçe malê. Di vir de “mal” cih e, cihê kirde (Alan) diçe, destnîşan dike. Hemû lêkerên dema wan a borî bi alîkariya cinavên xwerû (ez, tu, ew, em, hûn, ew) tên çêkirin, dikevin vê beşê. Di van lêkeran de jî li bersiva pirsa cih wekî “ku, li ku, bi ku ve…” tê gerîn. “Di kurdî de piraniya lêkerên di forma aktîf de ne, dikevin vê beşê, Mînak “gerîn, revîn, kolîn, û û.”
Niha em werin lêkera “lîstinê” di bingehê xwe de ev lêker xwedanê du erkan e, yek xwedanê karektera negerguheziyê ye. Dema mirov dibêje: “Alan li der dilîze!” di vir de bandora lîstikê li der nabe, pirsa “li ku” derdikeve pêş. Ango tenê tevgera kirde (Alan) destnîşan dike. Her wisa; “Ez dikenim /ez keniyam” jî.
Erkê diduyan ya lêkerê jî di hin rewşan de erkê gerguheziyê werdigire. Li wan deverên ku ev lêker lê gerguhêz e, mirov dibêje; “Li vir kaxiz dilîzin / Ez li vir kaxizan dilîzim,“ di van hevokan de kaxiz xwedanê erkê bireserê ye. Bersiva pirsa “çi?” heye, “çi dilîze?”. Lema mirov dikane forma wê ya pasîv jî bikarbîne: “Li vir kaxiz tê lîstin” yan jî “Min li vir kaxiz lîst”. Li heman deveran, her wisa dema mirov dibêje; “Ez gogê dilîzim”, di vir de jî mirov dikane pirsa bireserê bike. “Tu çi dilîzî?” Forma wê ya pasîv jî dibe. “Gog tê lîstin.” Ango ev lêkera lîstinê li van deveran erkê gerguhêziyê werdigire.
Dema em hevokeke wiha bi kar bînin. “Bi şerefa min tê lîstin!” Tişteke cuda ye. Di vê hevokê de lêkera bi daçek heye. “Lîstin bi…” Ango lêker di vir de lêkereke hevgîn (hevdûdani) e. Her wisa “Zarok bi lîstokan dilîzin!” jî lêkera bi daçek hatiye bikaranîn. Lema erkeke din wergirtiye.
Bê guman ev nivîs şiroveyeke kurt e. Wê hê gengeşî li ser kûr bin. Bêguman wê rojekê ev mijareyên rêziman yên bi pirsgirêk werin çareserkirin, yan ji bo pêşî li tevheviyan were girtin, formên wanên cuda werin afirandin. Hêvî dikim ev agahiya kurt, di vî warî de bibe alîkar.
14.12.2018, Yenî Ozgur Polîtîka