Diyarname
Meclisa Kosovayê biryar da ku artêşek neteweyî a bi rêk û pêk bê avakirin. Heta niha hêza ewlehiyê ya Kosovayê ya ji 4 hezar kesî pêkhatî hebû ku bi çekên sivik bûn. Niha meclisê biryar da ku vê hêzê veguherîne artêşek bi rêk û pêk.
Serokwezîrê Kosovayê Ramush Haradinaj got: "Li Meclisê gavek dîrokî hat avêtin. Li mala me ya hevbeş em ji bo yên ligel me dijîn aştiyê pêşniyar dikin."
Berevajî vê yekê li meclisê nûnerên kêmneteweya sirpan ragihand ku biryara sazkirina artêşek bipergal aîdê hemû komên etnîkî ye, tenê bi biryara wan hemûyan dikare zagona bingehîn bê guhartin. Piştî vê yekê nûnerên sirpan ji meclisê derketin û beşdarî dengdanê nebûn. Ne li gor reqema fermî be jî tê texmînkirin ku 120 hezar sirp li wir dijîn û ew ji hikumeta Arnawûd a li Prîştîne wêdetir xwe nêzî hikumeta Belgradê dibînin.
Ji roja ku Kosova bûye serbixwe hêzên NATO û Yekîtiya Ewropayê jî wê derê diparêzin. Ji bilî sirpan ew jî dijî biryara Meclisa Kosovayê derdikevin.
Serokwezîra Sirbistanê Ana Brnabic bertek nîşanî biryara Meclisa Kosovayê da û got ku em hêvî dikin dê artêşa sirban nekeve dewreyê lê "em mecbûr bimînin ev yek jî xalek e ji bo me."
Hêzên arnawût li hemberî artêşa sirban şer kiribûn. Piştî 10 salên vî şerî di sala 2008'an de Kosovayê serxwebûna xwe ragihandibû. Sirbistinê Kosova ew nasnekiriye. Niha li dor 100 welatî Kosova bi awayekî fermî nas kiriye. Ligel vê yekê jî Sirbistan bi alîkariya Rusya û Çînê dike ku endamtiya Kosova ya li Neteweyên Yekbûyî neyê qebûlkirin.
Ji BBC Tirkî hatiye girtin